Derbarê rojnamegeran de daxwaza girtinê

  • 12:59 27 Nîsan 2023
  • Rojane
AMED – Derbarê nûçegihana me Bêrîtan Canozer, rojnameger Mehmet Şah Oruç û Abdurrahman Gok de biryara girtinê hat dayîn û rojnamegeran sewqê dadgeriyê kirin û 2 şanoger jî serbest hatin berdan. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de, polîsan di 26'ê nîsanê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de dest danîn ser gelek pirtûk û malzemeyên dijîtal. Di çarçoveya lêpirsînê de nûçegihana ajansa me Bêrîtan Canozer, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok, nûçegîhanê MA Ahmet Kanbal, Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşam Osman Akîn, xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê ya heftane ya bi Kurdî Kadrî Esen, rojnamevan Mehmet Yalçin, Mehmet Şah Oruç, Mikail Barut, Salîh Keleş, Remzî Akkaya di nav de bi giştî 152 kes hatin binçavkirin.  
 
Duh sibê sînordarkirina hevdîtinê ya bi parezêran re bi dawî bû. Parêzerên ku hevdîtin pêk anîn diyar kir ku 152 kes di bin çavan de ne û li emniyetê îfadeyên wan tên girtin. 
 
Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin li ser îfadeya Umît Akbiyik ê ku erê di Meclisa Ciwanan a HDP'ê de cih digirt û îdayên wî hatine binçavkirin û îfadeyên wan tên girtin. Îfadeya 152 kesan li emniyetê tê girtin. Îfadeya nûçegîhana me Berîtan Canozer jî di heman çarçoveyê de li emniyetê hat girtin. 
 
Piştî îfadeyên Bêrîtanê li emniyetê bi dawî bû ew sewqê edliyê kirin. Dozgerî bi daxwaza girtinê Bêrîtan, rojmager Mehmet Şah Oruç û Abdurrahman Gok sewqê dadgeriyê kir. 
 
Şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê Şahperi Alphan Bayhan û Elvan Koçer jî bi şerta kontrola edlî serbest hatin berdan.