Parêzer Anya Lean: Divê berjewendiyên dewletan dernekevin pêş

  • 09:11 27 Nîsan 2023
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Parêzer Anya Lean diyar kir ku Tirkiyeyê heta niha pêşniyarên ji bo tecrîdê hatine dayîn pêk neaniye û got: “CPT ji delegeyên dewletên endam pêk bê û hemû welatên endam bi Tirkiyeyê re  berjewendiyên wan hene. Divê berjewendiyên dewletên endamên CPT’ê dernekevin pêş.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 24 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin ji 25’ê Adara 2021’ê heta niha ji Abdullah Ocalan, girtiyên gel wî Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim tu agahî nayê girtin. Parêzerên Abdullah Ocalan herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de pê re hevdîtin kiribûn û ji bo hevdîtinan bikin hem ji qada navneteweyî hem jî ji Tirkiyeyê bi hezaran serlêdan hatin kirin. Serlêdanên hatin kirin bê bersiv man û bi hincetên cezayên dîsîplînê hatin astengkirin. Komîteya Pêşîgirtina Îşkencê ya Ewropayê (CPT) di meha îlona 2022’yan de diyar kiribû ku çûye serdana Îmraliyê lê tevî hemû pirs û israran aşkera nekir ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye yan na.
 
Parêzer Anya Lean di heyeta delegasyona tecrîdê ku meha sibata borî de hat Tirkiyeyê de cih girtder barê tecrîd û polîtîka CPT de nirxandin kir.
 
‘Mirov dizanin ku di şer de ne’
 
Anya da zanîn ku di serdanê de bi girtiyan û malbatên girtiyan re hatine gel hev û tecrîdê bandor li ser her kesî kiriye û wiha pê de çû: “ Me bi aktîvîst, parêzer, rojnameger û herî zêde jî mirovên ji pergala girtîgehê bandor bûye hevdîtin kir. Kî ji şer bandor bibû me pê re hevdîtin kir. Gelek malbat ji şer, tecrîd û îzolasyonê bandor bûne. Mirov dizanin ku nav şerekî de ne.”
 
‘Helwesta li dij girtiyan dijqanûniye’
 
Anya balkişand ser binpêkirinên mafan yên li hember girtiyan û daxuyand ku binpêkirina li ser girtiyên siyasî dijhiqûqiye û wiha dirêjî dayê: “Tiştên tên jiyîn bêguman dijqanûniye. Mafên mirovan tên binpêkirin.Berê jî min gotibû. Niha jî dibêjim. Li hember gelê Kurd şerek heye. Ji ber vê jî lîderê wan tê tecrîdkirin û hewl didin tevgera siyasî bi vê tecrîdê qels bikin.”
 
‘Tecrîd êdî li hemû girtîgehan heye’
 
Anya di berdewamiyê de balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha bi lêv kir: “Tecrîd ewil bi Birêz Ocalan destpêkir. Lê êdî tecrîd li hemû girtîgehane. Tecrîda giran li dijî hiqûqê ye. Em vê carek din tînin ziman. Girtî sûcê wan çi dibe bila bibe ev pêkanîn nayê qebûlkirin. Li dijî polîtîka tecrîdê derketin jî zehmete. Ji ber li derve jî ev tecrîd heye.  Derfetê îtîrazkirinê tune. Li holê ye ku armancek siyasî heye.”
 
CPT hîna rapor neweşandiye
 
Anya ev tişt bi lêv kir: “Xebatên CPT ji bo pêşî girtina îşkencê ye. Lê rapor hîna nehatiye weşandin. Sedema vê jî Tirkiyeye. Hemû xebatên CPT li dijî binpêkirinên nebaş û îşkencê ne. Peymana hatiye îmzekirin xwe dispêre pêşîgirtina Îşkencê. Tiştên di peymanê de cih digirin eve ku serdanên bi plan an jî bê plan kirine. Ji ber vê jî divê raporên CPT ji aliyê hemû welatên endam ve bên qebûlkirin. Rapor ji aliyê CPT ve hat nivîsin hat qebûlkirin û ji hikûmeta Tirk re hat ragîhandin. Welatê endam jî divê raporê parve bike. Lê hîna rapor nehatiye weşandin. CPT û saziyên navneteweyî divê zextê li Tirkiyeyê bikin ku raporê aşkera bikin. Tirkiye divê êdî agahî bide. Em dizanin ku CPT gelek pêşniyar kir lê Tirkiyeyê tu pêşniyar neanî cih. Divê berjewendiyên dewletên endamên CPT’ê dernekevin pêş. CPT di van şerdan de dikare raporê bêyî destura dewleta endam biweşîne.”
 
Divê CPT daxuyaniyekê bide
 
Anya di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê hemû merciyên Tirk li gorî pêşniyaran tevbigerin û raporê bi awayekî herî lez aşkera bike û wiha dawî lê anî: “Divê merciyên Tirk bi lez bersiv bidin. Divê raporê bidin CTP'ê. Divê der barê rewşê de daxuyaniyek bê dayîn. Ev di alî qanûnî de dikare bê kirin.”