ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2023'YAN

  • 09:00 27 Nîsan 2023
  • Rojev
 
*Parêzer Anya Lean diyar kir ku Tirkiyeyê heta niha pêşniyarên ji bo tecrîdê hatine dayîn pêk neaniye û got: “CPT ji delegeyên dewletên endam pêk bê û hemû welatên endam bi Tirkiyeyê re  berjewendiyên wan hene. Divê berjewendiyên dewletên endamên CPT’ê dernekevin pêş.” BI DÎMEN 
 
* Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu da zanîn ku wê kedkar 14’ê Gulanê de navbera rejîma otorîter û demokrasiyê de tercîhê bike û got: “Em bang li hemû kedkar, karker, ciwan jin, kesên xwedî li vî welatî derkevin dikin  û dibêjin 1’ê Gulanê  de li qadan bin.” BI DÎMEN 
 
* Li gundê Topraktepe ku piranî nifûsa kurd û Elewî lê dijîn, ji roja erdhêj pêk hatiye hîna alîkarî neçûye gund. Jinan diyar kirin ku wê di 14’ê Gulanê de bersiva pêwist bidin. BI DÎMEN 
 
*Girtiya bi navê Fahriye Ceylan ku 30 sale girtiye û niha li girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê ye înfaza wê carek din hat şewitandin. Xwişka Fahriyeyê, Selva Fîlîz da zanîn ku xwişka wê bi hincetên kêfî nayê berdan.
 
*Namzeta Partiya Çep a Kesk a Rihayê Dîlan Kunt Ayan, diyar kir ku encamên hilbijartinê yên Rihayê wê Tirkiyeyê bi teşe bike û balkişand ser rihê berxwedana li bajar: “Hêzeke ku paradîgma me ya azadiya jinê zelal dayne holê heye. Ya ku piştgiriyê bide vê jî Çep a Kesk e.” BI DÎMEN 
 
*Ji hilbijartinên 14'ê Gulanê re demek kurt ma. Lê belê bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê li gelek bajaran bi ser malan de hat girtin û parêzer, hunermend, rojnameger, siyasetmedar di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Jinên bertek nîşanî binçavkirinan dan wiha gotin:"Çi dike bila bike wê jin wî bişînin." BI DÎMEN 
 
*Hevseroka KCDK-E'yê Fatoş Goksungur, da zanîn divê kesên li derveyî welat ji bo rejîma yekmêrî ji holê rabe dengê xwe bi kar bînin. Fatoşê got:"Ger em naxwazim piştî 21 salan em dîsa bi polîtîkayên komkujiyê rû bi rû bimînin, ger em dixwazin bingeha komareke demokratîk ava bibe, divê dîktator biçe." BI DÎMEN 
 
*Partiya Çep a Kesk ku li Mêrdînê xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne, wê li navçeya Mehsertê jî buroya hilbijartinê vebike. (11.00-18.00)