Daxwaza ‘ji girtiyên nexweş re azadî’ sûc hat hesibandin

  • 21:34 26 Nîsan 2023
  • Rojane
AMED -  Di operasona ku navenda wê Amed bû de parêzerên hatin binçavkirin bi daxwaza ‘berdana girtiyên nexweş’ ÎHD’ê tên sûcdarkirin.
 
 Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de ji 216 kesên ku Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 3'yan a Amedê der barê wan de biryara binçavkirinê dabû, 128 kes hatibûn binçavkirin. Derket holê ku ev lêpirsîn bi îfada şahidê bi navê Umît Akbiyik hatiye kriin. Umît Akbiyik der barê parêzeran de îfade da û îdia kir ku ‘komîta zîndanê ya rêxistinê heye’ û ev ji kordînasyona hundir a girtîgehan berpirse, Komeleya Mafê Mİrovan, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, Federasyona Komeleya Piştevaniya Malbatên girtiyan (TUHAD-FED), Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) di kordînasyona derve ya girtîgehan de faliyetan dimeşînin.
 
Daxwazkirina berdana girtiyên nexweş bû mijara sûc
 
Şahidê vekirî Umît Akbiyik îfade li ser parêzeran da û wek sûcdarî jî daxwazkirina ‘bila girtiyên nexweş bên berdan’ nîşan da.  Umît îdia kir ku komeleyên di kordînasyona derve de cih digirin ji bo rayagiştî ava bikin daxuyaniyên çapemeniyê didin û ji bo girtiyên nexweş bên berdan daxuyaniyan didin. 
 
Umît di îfada xwe de îdia dike wî jî di 2018-2022’an de di koordînasyona derve de faliyet meşandiye û îdia kir ku parêzer talîmatê didin kesên binçavan de û dibêjin wisa îfadeyê bidin. Her wiha îdia ki rku parêzer ji kesên jê re parêzeriyê dikin pere nagirin.
Piraniya parêzeriyên binçavan de li emniyetê îfade dayîn qebûl nekirin û gotin wê li dozgeriyê îfadê bidin.