Namzeta Partiya Çep a Kesk Ayten Donmez hat girtin

  • 20:37 26 Nîsan 2023
  • Ramyarî
STENBOL - Namzeta parementeriyê ya Partiya Çep a Kesk a Kocaeliyê Ayten Donmez, piştî ku Suleyman Soylu ew hedef nîşan da hat girtin.  
 
Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu, duh êvarî di bernameya TV'yekê de Partiya Çep a Kesk û namzetên wê hedef nîşan da. Piştî vê hedefnîşandanê îro polîsan li Uskudarê avêt ser mala namzeta parlementeriyê ya Partiya Çep a Kesk a Kocaeliyê Ayten Donmez. Çapemeniya alîgirê desthilatdariyê jî Ayten hedef girt. 
 
Hat îdiakirin ku Ayten Donmez berê tevlî nava PKK'ê bûye û vegeriyaye. Li midûriyeta polîsan têkildarî vê îdiayê wêneyek nîşanê Aytenê dan. Aytenê jî  di îfadeyaa xwe de diyar kir ku ew zewicandiye û du zarokên wê hene û ev îdia red kirin. 
 
Piştre Ayten sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat kirin. Li dozgeriyê jî heman wêne ji Aytenê hat pirsîn û bi "endamtiya rêxistinê" hat sûcdarkirin.
 
Dozger bi daxwaza girtinê Ayten sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê kir. Dadgeriyê Ayten biryara girtinê da û hat girtin.