Semsûrê îradeya xwe danî holê: AKP wê bê çalkirin

  • 20:00 26 Nîsan 2023
  • Ramyarî
SEMSÛR- Paştiya Çep a Kesk li Semsurê bi gel re hat gel hev û di axaftinên hat diyar kirin ku dema welatî ketibûn derdê canê xwe desthilatdarî bi firotina konan re eleqeder dibû. Her wiha hat diyar kirin ku wê AKP’ê li Kurdistanê çal bikin.
 
Partiya Çep a Kesk li Semsurê li ber avahiya hevdîtina gel pêk anî. Namzetên Partiya Çep a Kesk ên Semsurê, hevberdevkên Parştiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz di têketina bajar de bi konvoyê hatin pêşwazîkirin.
Hyet hat ber avahiya Partiya Çep a Kesk û bi sedan kes li wir kom bibûn. Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Semsurê Azîz Buçak axivî û diyar kir ku partî hemû nasname, bawerî û zimanan hembêz dike û divê Partiya Çep a Kesli Semsurê partiya yekem be. Piştre namzetan Meryem Cerîklî, Bulent Çinar, Yuksek Yucedag, Îzzet Karadag û Alî Kenanoglu, Salîha Aydenîz û Îbrahîm Akin girse silav kir.
 
‘Em ê çûyîna AKP’ê amade bikin’
 
Salîha Aydenîz ewil axivî û da zanîn ku ew kolan bi kolan digerin û xebatên hilbijartinê dimeşînin û her her guherînê dixwaze. Salîhayê balkişand ser erdhêjê û got: “79 roj ser erdhêjê de derbas bû. Hêrs û êşa me hîna wek xwe ye. Em ê 14’ê Gulanê de hesabê wê bipirsin. Hevalên me niha binçavan de ne. Em jî li kolanan berxwe didin. Em ê hesabê vê bipirsin. Çûyîna AKP’ê em ê amade bikin. Dixwazin HDP’ê bigirin. Em aştiyê dixwazin ew şer dixwazin. Em ê 14’ê Gulanê de bersiva wan bidin. Ez bang li ciwanan dikim. Her tişt wê bi we re biguhere.”
 
Îbrahîm Akin jî axivî û destnîşan kir ku li welat ne tenê erdhêj gelek karaset hatin jiyîn û balkişand ser operasyona li Amedê. Îbrahîm wiha dirêjî dayê: “Rejîm bêçare maye. Xebata me çavên wan tisandiye. Hevalên me hatine girtin. Divê demildest hevalên me bên berdan. Rejîm her ku bêçare dimîne êrîşê HDP’ê dike.”
 
Hevdîtin bi dirûşma ‘Semsur bi we serbilinde’ bidawî bû.