Li Amedê hevdîtina jinan

  • 18:30 26 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
 
AMED – Namzetên Partiya Çep a Kesk li navçeya Sûrê ya Amedê bi jinan re hatin gel hev.
 
Partiya Çep a Kesk a Amedê û Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk, Tevgera Jinên Azad (TJA) li taxa Abdaldede ya Sûrê bi jinan re hatin gel hev. Namzet Adalet Kaya, Sevîlay Çelenk, hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn tevli hevdîtinê bûn.
 
Namzet Sevîlay Çelenk da zanîn ku daxwaza wê ya herî mezin aştî û demokrasiye û heta aştî neyê demokrasî jî nayê û got wê ji vir şûnde jî têkoşîna xwe bidomînin.
 
Pinar Sakik Tekîn jî balkişand ser têkoşînê û daxuyakirin ku her kes têkoşîna wan vedibêje û îro li her derê cîhanê ew tên nasîn û zanîn. Pinarê daxuyakirin ku wê 14’ê Gulanê de biçin ser sindoqan, hem roja dayikan pîroz bikin û hem jî serkeftinê diyariyê dayikan bikin. 
 
Hevdîtin bi dirûşma ‘jin jiyan azadî, bijî berxwedan’ bidawî bû.