HRW: Li Îranê îşkence li zarokan hatiye kirin

  • 17:02 26 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - HRW'ê diyar kir ku di serhildana 8 mehan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 68 jê zarok zêdeyî 537 kesan hatine qetilkirin û bal kişand ku zarokên ku hatine binçavkirina rastî îşkenceyên zayendî û fizîkî tên.
 
Serhildanên li Îran û Rojhilalê Kurdistanê piştî qetilkirina Jîna Emînî bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" dest pê kir di meha xwe ya 8’an de didome. Hêzên hikumeta Îranê ji bo tepisandina serhildanê hemû rêbazên kuştin, îşkence, girtin, êrİşên zayendî û windakirina zarokan bi kartînin. Vê carê ev binpêkirinên ku li Îranê tê jiyankirin Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) piştrast kir.
 
Zaroktên darizandin
 
Rêxistinê diyar kir ku li Îranê zarokên ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tên binçavkirin, bêyî ku agahî bide malbatên wan bi hefteyan tên binçavkirin û wiha got: “Dozger rê nade parêzerên ku ji aliyê malbatê ve tên girtin parastinê bikin. Zarokên ku tên binçavkirin bêyî parastina xwe bikin der barê wan de biryara girtinê digrin. Zarok bi sûcên bê bingeh tên darizandin. Xwendekarên ku hatine berdan divê perwerdeya xwe bidomînin û vegerin jiyana xwe ya asayî. Lê belê bi birina alîkariyên civakî re, zarok neçar in li kar bigerin.”
 
Bûyerên îşkenceyê hatin belgekirin
 
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan da zanîn ku ji îlona sala borî ve heta meha sibatê binpêkirinên li beramberî 11 zarokan hatine kirin hatin lêkolînkirin. Li gora zanyariyên ku hatine bidestxistin hêzên ewlehiyê di dema binçavkirinan de kelebçe xistine destên zarokan, çavên wan girtine û îşkence lê kirine. Rêxistinê îşkenceya li hemberî zarokan belge kirin û ev zanyarî parve kir: “Tundîtûjî li hemberî zarokek kur ê 8 salî hat pêkanîn, li hemberî zarokek 17 salî tacîza zayendî kirin, bedena zarok şîn bû. Xwendekarek keç jî got hêzên ewlehiyê ew avêtiye ber sobeya pêxistî. Xwendekara ku  agir bi cilê wê ketin birin lêpirsînê, qamçî lê da û piştre girtin. Hêzên ewlehiya Îranê li bin neynûkê zarokekê derzî lê dan, ji bo cihê du zarokên ku lê digrin bêjin îşkence li wan kir. Piştî ku kehrebeyê pê girt û piştî êrîşa zayendî du caran hewl da xwe bikoje. Gelek binpêkirinên cuda yên ji aliyê çalakvan û saziyên civaka sivîl ve hatine ragihandin hene.”
 
537 kes hatin qetilkirin
 
Rêxistinê di malpera xwe ya fermî de parve kir ku di serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de heta niha 537 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine qetilkirin û ji vana herî kêm 68 jê zarok in. Rêxistinê berê jî aşkere kiribû ku di dema xwepêşandanan de cenazeyê Nika Shekarmî û Sarina Ismailzade ku piştî 10 rojên winda bûbû hat dîtin, gelek zarokên din jî di nav de hatine qetilkirin. Destnîşan kirin ku li wîlayeta Gohardasht Nika Shekarmi û Sarina Ismailzadeh ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bi îşkenceyê qetil kirin, ferdên malbatê jî hatin binçavkirin. Rayedarên Îranê îdia kirin ku herdu zarokên keç ji avahiyê ketine û jiyana xwe ji dest dane.