Îfadeya nûçegîhana me Berîtan Canozer hat girtin

  • 17:01 26 Nîsan 2023
  • Rojane
 
AMED - Îfadeya nûçegîhana Berîtan Canozer ku hatibû binçavkirin li emniyetê hat giritn. Hat diyarkirin ku berîtanê û kesên din ên ku duh hatine binçavkirin li ser îfadeya şahidekî bi navê Umît Akbiyik û îdayên wî hatine binçavkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de, 19 roj beriya Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Giştî duh amae jî di nav de li 21 bajarên bi ser gelek malan de girtin.  Li Amed, Mêrdîn, Sêrt, Çêwlig, Wan, Şirnex, Êlih, Dîlok, Riha, Bursa, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Osmaniye, Sêwas, Meletî, Polîsan  Semsûr û Enqereyê polîsan bi ser malan de girtin.  Di serdegirtina malan de dest danîn ser gelek pirtûk û malzemeyên dijîtal. Di çarçoveya lêpirsînê de nûçegihana ajansa me Bêrîtan Canozer, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok, nûçegîhanê MA Ahmet Kanbal, Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşam Osman Akîn, xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê ya heftane ya bi Kurdî Kadrî Esen. rojnamevan Mehmet Yalçin, Mehmet Şah Oruç, Mikail Barut, Salîh Keleş, Remzî Akkaya û hiqûqnas jî di nav de bi giştî 152 kes hatin binçavkirin.  
 
Duh piştî binçavkirina dozgeriyê derbarê kesên hatin binçavkirin de 24 saetan hevdîtina wan sînordar kiribû. Piştî ku vê sibehê sînordarkirina hevdîtinê bi dawî bû bi parêzerên xwe re hevdîtin kirin. Parêzeran diyar kir ku 152 kes di bin çavan de ne û gotin ku li emniyetê îfadeyên wan tên girtin.
 
Îfade hatin girtin
 
Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin li ser îfadeya Umît Akbiyik ê ku erê di Meclisa Ciwanan a HDP'ê de cih digirt û îdayên wî hatine binçavkirin û îfadeyên wan tên giritn. Îfadeya 152 kesan li emniyetê tê giritn. Îfadey nûçegîhana me Berîtan Canozer jî di heman çarçoveyê de hat girtin. Berîtan a ku îfadeya Umît Akbiyik derbarê wê de daye jê hat pirsîn got, "Ez vî kesî nas nakim tenê ji reportajên ku dane min min ew dîtiye." Herwiha ji Berîtanê axaftinên wê yên bi telefonê ku bi hempîşeyên xwe re kirine û nûçeyên çêkirine jî hatin pirsîn.  Ji Berîtanê hat pirsîn ku çend sal e rojnamegeriyê dike, endamtiya wê ya sendîka heye an nîne jî hat pirsîn û jê hat pirsîn ku çend caran hatiye binçavkirin. 
 
Li gel ku karê îfadegirtinê dewam dike, hat diyrkirin ku wê îfadeya parêzerê rojnamegeran Resul Temur û kesên din ên di bin çavan de sibe bê girtin.