Hunermendên Rojava bertek nîşanî binçavkirinan dan

  • 16:54 26 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên çandê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berket nîşanî binçavkirinan da û gotin: "Em wekî nivîskar û hunermendên Rojavayê Kurdistanê- Bakur Rojhilatê Sûriyeyê li pişta wan hevalên xwe yên hunermend in, hêvî yek e, deng û reng yek e, doz û serkeftina me yek e." 
 
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND), Desteya Çandê û Dîwana Wêjeyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî operasyona qirkirina siyasî ku desthilata Tirk li dijî hunermend, rojnamevan, siyasetmedar, hiqûqnas û nivîskaran li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk tîne, daxuyaniyek li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo da. Daxuyanî ji aliyê endama Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya ve Zîlan Mecîd ve hat xwendin.
 
Naveroka daxuyaniyê wiha ye:
 
“Ji bo hilbijartinên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, wekî hûn dizanin him hêzên demokrat û him jî hêzên faşist, her kes ji bo serketinê di nava hewildan, liv û tevgerê de ne. Eşkere ye ku ji encamên van hilbijartinan wê dewleta Tirk, Bakurê Kurdistan, Kurdistan û Rojhilata Navîn bi tevahî jî derbasî qonaxeke nû bibe. Pêwîst e partî, rêxistin, hêz û gelên demokrat cidiyeta vê qonaxê bizanibin, heke careke din faşizma AKP-MHP û şefê wê Erdogan bi serbikevin, êdî bi tevahî gelên herêmê yên kevnar wê rû bi rûyê komkujiyên siyasî, çandî û fîzîkî bimînin, êdî tu kes dê nikaribebi nasnama, ziman û çanda xwe serî hilde û ne jî biaxive.
 
Heta ku pergala Îmralî birûxe, hevdîtin bi Rêber Apo re çêbibin û pêvajoya aştiyê destpê bike, ne pêkane hêzên demokrat bi sernekevin. Çi dibe bila bibe rûreşiya pênc hezar sal ku di vê sedsala dawîn de, di Lozan û Sykes-Picot de bi encam bûye, gerek di kesayeta Erdogan de têk biçe. Niha ji her demê zêdetir lawaz in û ketine wê zanebûnê ku hêdî hêdî rojên xwe yên dawîn dijîn. Lewra ji bo serketin, xwe jiyankirin û domandina xwe çi ji destê faşistan were wê bikin. Di van pênc salên li pêşiya me de dixwazin sed salê ji qirkirineke hîn dijwartir bikin û tunekirina gelên resen yên xwediyên vê ax û herêmê qezenc bikin û ji kokê de rakin.
 
Bêguman yên ku rastiya hebûn û dîroka gelan ji dinyayê re radigihînin û dibin dengê gelên xwe hunermend, rewşenbîr û rojnamevan in. Sîstema sermayedar û dewletên netewperest û hegemon ji destpêka ku ava bûne ve û heta roja me ya îro herî zêde ji van kesan ditirsin. Faşizma Tirk ji bilî ku bi deh hezaran siyasetmedar û nûnerên Kurdan girtine, niha jî bi sedan hunermend û rojnamevan binçav kirine. Bi vê binçavkirinê dixwazin dengê vîna kurdan, dost û hevalbendên kurdan yên demokrat ji van hilbijartinan qut bikin. Lê bila Erdogan û hêzên li pişta wî baş bizanibin ku her kurdek bi saya zimanê xwe yê zikmakî di xwezayîbûna xwe de hunermend e, ji ber vê yekê tu hêz nikarin dengê gelekî hunermend ji dinyayê qut bike.
 
Em wekî nivîskar û hunermendên Rojavayê Kurdistanê- Bakur Rojhilatê Sûriyeyê li pişta wan hevalên xwe yên hunermend in, hêvî yek e, deng û reng yek e, doz û serkeftina me yek e. Ji bo azadiya Rêber Apo û pêkanîna projeya neteweya demokratîk ji hemû gelên bindest re, ji bo têkbirin û hilweşandina faşizma AKP/MHP wê her nivîsek, awaz û stranek, şanoyek, tabloyek û filmek me ji bo van hilbijartinan di xizmeta serketina Partiya Çep a Kesk de be, wê di xizmeta têkbirina destpot û dagirkeran de be, wê di xizmeta serkeftina gelan de be. Partiya Çep a Kesk nasname û jiyana bi rûmet ya gelên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ye. Bila her kes dengê xwe bide nasname û rûmeta xwe.”