Di xebatên hilbijartinê de binçavkirin hatin şermezarkirin

  • 16:40 26 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk xebatên hilbijartinê didomînin. Di xebatan de binçavkirina rojnameger, parêzer, hunermend, siyasetmedar û nûnerên saziyan hatin şermezarkirin.
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomînin. Namzetên partiyê serdana dikandar û gel dikin û bal dikişînin ser girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê. Di xebatên hilbijartinê de namzetan bal kişad ser binçavkirina parêzer, rojnameger, siyasetmedar, hunermend û nûnerên saziyan. 
  
Îdir 
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk ên Îdirê Aysel Aras û Yilmaz Hun bi boneya hilbijartinên 14’ê Gulanê serdana Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Îdirê (ÎTSO) û Odeya Ajokaran kirin. Serokê Desteya Rêveberiyê ya ÎTSO’yê Kamîl Arslan û Serokê Odeya Ajokaran Bûrkay Sînay bi kêfxweşî namzet pêşwazî kirin û  pêvajoya hilbijartinê nirxandin. Namzetan bal kişand ser giringiya hilbijartinê û piştevaniyê ji wan xwestin. Serokên saziyan jî ji bo serdana namzetan spas kirin û serkeftin ji namzetan re xwestin.
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li Îdirê xebatên hilbijartinê didomîne. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de endamên Partiya Çep a Kesk û aktivîstên TJA’yê li Taxa Cûmhûriyetê danasîna partiya xwe kirin. Dû re bi tevlibûna namzeta Partiya Çep a Kesk Aysel Aras ku di rêza duyemîn de ye bi jinan re civînek li dar xist. Jinan Aras û aktivîstên TJA’yê bi dilgermî pêşwazî kirin. Aras di civînê de bal kişand ser pirsgirêkên jinan û giringiya hilbijartinê. Piştre Aras û jinan li ber dahol û zirneyê govend gerandin û civîna xwe bi dawî kirin.
 
Qers
 
Namzetên Partiya Çep a Kesk Gulistan Kiliç Koçyîgît, Gulcan Alp, Sertaç Çelîkkalelî bi kedkarên çapemeniyê re civiyan. Di civînê pirsgirêkên bajêr hatin guhdarkirin û bal kişandin ser operasyona binçavkirinê. Sertaç, di axaftina xwede diyar kir ku di operasyona ku duh pêk hatî de derket holê ku li vî welatî carek din sindok di xeterê de ye û got: "Em bang li her kesî dikin xwedî li sindoqên xwe derkevin û bibin muşahît. 
 
Gulistan jî di axaftina xwe de bal kişand ser rol û mîsyona çapemeniya azad û da zanîn ku di her şert û mercan de karê xwe dikirin û got: "Bi nêzbûna hilbijartinê re operasyoneke binçavkirinê hat destpêkirin. Îktîdar bi binçavkirinan kampanyaya xwe ya hilbijartinê didomîne. Çend winda dike evqas êriş dike. Em carek din bang dikin ku xwedî li sindoqan derkevin. 
 
Aydin 
 
Partiya Çep a Kesk li Sûka Yalikoyê ya navçeya Dîdimê ya Aydinê serdana dikandaran kir. Namzeta Partiya Çep a Kesk a Aydinê Ebrû Gunay û şandeya li gel wê li dikandaran geriyan û belavok belav kirin û behsa xebatên xwe yên hilbijartinê kirin. Di dema belavkirina belavokan de, endamên partiyê gelek caran bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" "Pîvaz kartol bi xatirê te Erdogan" berz kirin. Hat xwestin her kes li dijî birçîbûn, betalî û rejîma yek zilamî dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Hin dikandaran Ebrû Gunay bi kêfxweşî pêşwazî kirin û behsa zehmetiyên xwe kirin  û xwestin desthilatdarî were guhertin. 
 
Piştî serdana dikandaran şande çû serdana Cemxaneya Dîdimê û saziyan. 
 
Stenbol 
 
Namzetên parlamenteriyê yên jin ên Partiya Çep a Kesk ên Stenbolê jî di çarçoveya xebatên hilbiajrtinê bi rojnamevanên jin re civiyan. Civîn li eywanek li navçeya Kagithaneyê pêk hat û namzet, siyasetmedar û aktîvîstên TJA’yê, ekolojist û rojnamevanên jin beşdar bûn. Namzetan di civînê de fularên mor ên ku nivîsa “Dîsa Jin Dîsa Jiyan” nivîsandibû diyarî jinan kirin. Namzetan di civînê de behsa xebatên xwe yên hilbijartinê û girîngiya jinan a hilbijartinê kirin û bersiva pirsên rojnamevanan dan. 
 
Amed
 
Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Rezanê bi gel re hevdîtin kir û bûroya hilbijartinê vekir. Namzetê parlamenteriyê yê bajar û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, namzeta bajêr Adalet Kaya, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Îmam Taşçier, Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek welatî tevli hevdîtinê bûn. 
  
Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan di vekirina bûroya hilbijartinê de axivî û ev tişt anî ziman: “Operasyoneke siyasî li dijî partiya me hate kirin lê çi bikin jî dê nekarin pêşî li ber têkoşîna gelê kurd bigirin. Dê di 14’ê Gulanê de têk biçin lewma wiha dikin.” 
 
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Adalet Kaya jî bi bîr xist ku ji bo hilbijartineke demekî kin maye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êdî pergala zextker rojên xwe yên dawî dijî. Lewma hîn bêhtir êriş dike. Hûn hêzê didin me. Di 14’ê Gulanê de em jin dê dawî li vê pergala yekperest a faşîst bînin. Dê bi destê gelê kurd ê tu caran serî natewîne dawiya wan bînin. Ev pergala dijminatiyê li jinê dike dixwaze ku em weke xulamên mêran bijîn. Me ev yek tu carî qebûl nekir û dê qebûl nekin jî. Ji gotina me û têkoşîna azadiyê ditirsin. Lê em ê dev ji têkşîna xwe bernedin. Dê Ayşe Gokkan, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak û tevek azad bibin. Me li her deverê dirûşma ‘Jin, jiyan azadî’ berz kir û dê li meclisê jî berz bikin. Em ê dawî li polîtîkayên tecrîdê û xizantiyê bînin.” 
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku 2 tifaqên hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Yek Tifaqa Ked û Azadiyê û ya din jî Tifaqa Demokrasiyê ya Kurdistanê ye. Rêya me Rêya 3’yemîn e, rêya azadiyê ye. Tifaqeke me bi CHP’ê re tune ye. Hûn dijminên kurd û Kurdistanê ne. Ewqas hevalên me hatin binçavkirin lê hêj jî tu daxuyanî nedane. Derewan nekin, em cihê we jî pir baş dizanin. Heta ku ev zîhniyeta we bidome, dê li Kurdistanê bo we deng tune bin.”
 
Piştî axaftinan jî bi tevlibûna Dayikên Aştiyê bûroya hilbijartinê hate vekirin. Vekirina bûroyê bi gerandina govendê bi dawî bû.