Li Şirnexê starta xebatên 1’ê Gulanê hat dayîn

  • 16:36 26 Nîsan 2023
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Şirnexê bi daxuyaniyekê starta xebatên xwe yên 1’ê Gulan Roja Kedkaran a Cîhanê da.
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Şirnexê starta xebatên xwe yên 1’ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê bi daxuyaniyekê dan.  Daxuyanî li avahiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) hat dayîn. Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a  Şirnexê, Egîtîm Sen’a  Şaxa Şirnexê, Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tendurustiyê (SES) tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi dirûşma "Bijî 1’ê Gulanê"  hate vekirin.
 
Metna daxuyaniyê ji hêla Serokê Giştî ya DİSK’ê yê Şirnexê Ayhan Ergen ve hate xwendin. Ayhan, diyar kir ku bedela pêkanînên kapîtalîzmê ya her cûreyî herî zêde kedkar û karker didin. Desthîlatdarî di bedêla butçeya bide karker û kedkaran dide ji bo lêçûnên şer. Em vê yekê qebûl nakin. Em heta beranberiya keda xwe  bigirin wê têkoşîna me berdewam bike. Hêza ku em ji hilbijartina 14’ê Gulanê digirin em ê di qadên 1’ê gulanê de nîşan bidin. Em hemû karker, kedkar, sazî û rêxistinên sîvîl û hêzên demokrasiye vedixwînin mîtînga 1’ê Gulanê.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî 1’ê Gulanê” bi dawî bû.