'Li cihê ku edalet tune be helalî jî tune ye'

  • 14:27 26 Nîsan 2023
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar a ku Nobeda Edaletê didomîne li ser hesabê xwe Twîtterê ev peyam parve kir: “Zîhniyeta ku xwe serdestî gel dibîne têk diçe. Li cihek ku edalet tune be, helalî jî tune ye.” 
 
Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) di roja 765’emîn de Nobeda Edaletê li ber Edliyeya Rihayê didomîne. Malbat ji 9’ê Adara 2021’an ve çalakiya xwe berdewam dike. 
 
Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar wek her roj ji mala xwe ya li Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û li cihê her roj dest bi nobedê kirin. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam parve  kir: “Di roja 765’emîn de têkoşîna me ya edaletê didomîne. Dayê li ber edliyeyê û em jî li gel Partiya Çep a Kesk li qadê têkoşîna xwe didomînin. Zîhniyeta ku xwe serdestî gel dibîne têk diçe. Li cihek ku edalet tune be, helalî jî tune ye.”