Kesên di bin çavan de ne îfadeyên wan tên girtin

  • 13:00 26 Nîsan 2023
  • Rojane
 
 
AMED - Piştî ku biryara sînordarkirina hevdîtinê ya 24 saetan a kesên di bin çavan de ne bi dawî bû, dest bi girtina îfadeyên wan hat kirin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de, 19 roj beriya Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Giştî duh amae jî di nav de li 21 bajarên bi ser gelek malan de girtin.  Li Amed, Mêrdîn, Sêrt, Çêwlig, Wan, Şirnex, Êlih, Dîlok, Riha, Bursa, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Osmaniye, Sêwas, Meletî, Polîsan  Semsûr û Enqereyê polîsan bi ser malan de girtin.  Di serdegirtina malan de dest danîn ser gelek pirtûk û malzemeyên dijîtal. Di çarçoveya lêpirsînê de nûçegihana ajansa me Bêrîtan Canozer, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok, nûçegîhanê MA Ahmet Kanbal, Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşam Osman Akîn, xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê ya heftane ya bi Kurdî Kadrî Esen. rojnamevan Mehmet Yalçin, Mehmet Şah Oruç, Mikail Barut, Salîh Keleş, Remzî Akkaya û hiqûqnas jî di nav de bi giştî 152 kes hatin binçavkirin.  
 
Duh piştî binçavkirina dozgeriyê derbarê kesên hatin binçavkirin de 24 saetan hevdîtina wan sînordar kiribû. Piştî ku vê sibehê sînordarkirina hevdîtinê bi dawî bû bi parêzerên xwe re hevdîtin kirin.
 
Parêzeran diyar kir ku 152 kes di bin çavan de ne û gotin ku li emniyetê îfadeyên wan tên girtin.