Syrîzayê nerazîbûn nîşanî binçavkirinan da

  • 11:38 26 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Syrîzayê nerazîbûn nîşanî bincavkirinan da û got: “Em van geşedanan bi fikarek mezin dişopînin”
 
Koalîsyona Çep a Radîkal a Yewnanistanê-Tifaqa Pêşverû (Syrîza) nerazîbûn nîşanên operasyonên qirkirina siyasî da ku roja 25’ê Nîsanê li 21 bajaran li hemberî kurdan pêk hatibû.
 
Beşa Karên Ewropayê û Navneteweyî ya Tifaqa Pêşverû SYRIZA’yê ragihand ku ew bi kesên binçavkirî re di nava piştevaniyê de ne û bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê pêk hat.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Beriya hilbijartinê girtina rojnamevan, parêzer, hunermend û endamên Partiya Çepên Kesk, zirarê dide pêvajoya hilbijartinê ya bêyî pirsgirêk. Em van geşedanan bi fikarek mezin dişopînin.”