Xebatên hilbijartinê yên li derveyî Tirkiyeyê didomin

  • 10:56 26 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dengdana li derveyî Tirkiyeyê 27'ê nîsanê destpê dike û wê heta 9'ê gulanê dewam bike. Ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê wê nêzî 3.5 milyon hilbijêr li derveyî Tirkiyeyê deng bidin.
 
Ji bo hilbijartinên giştî yên serdema 28'an û tûra destpêkê ya serokkomariyê di 27'ê nîsanê de ango sibê hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê dest bi dengdanê bikin û heta 9'ê gulanê deng bidin. Li derveyî Tirkiyeyê 3 milyon û 416 hezar hilbijêr wê deng bidin. Li derveyî Tirkiyeyê 227 hezar û 646 hilbijêr wê cara yekê deng bi kar bînin. Koordînasyona Hilbijartinê ya li Derveyî Welat ku piştgiriyê dide karên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk û zêdeyî 50 sazî di nav de hene, amadekariyên ji bo hilbijartinê bênavber dewam dike.
 
Di serî de Ewropa li Kanada, Awûstralya, Japonya û welatên Efrîkayê 52 herêmên hilbijartinê hene. Di çarçoveya aktîvîteyên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk de li gelek herêmên hilbijartinê buroyên têkilîdanînê yên hilbijartinê hatin vekirin, komîsyonên xebatê yên hilbijartinê hatin avakirin.
 
Koordînasyonên hilbijartinê ku ji bo ewlekariya hilbijartinê kar dikin, 400 nûnerên Partiya Çep a Kesk wezîfedar kirin ku li konsolosxaneyan û nûnertiyan mafê xwe yê îtirazê heye. Her wiha bi hezaran muşahît jî hatin diyarkirin û semînerên perwerdeyê ji bo muşahîtan dewam dikin. Li gorî agahiyên ji Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyî Welat hatin wergirtin zêdeyî 3 hezar muşahît amade ne û serlêdanên ji bo muşahîtiyê jî dewam dikin.
 
Koordînasyona Hilbijartinê ya li Derveyî Welat wê ji bo kesên ku yekemcar dengê xwe bidin û biçin konsolosxaneyên cuda ji bo dengdanê, otobus û wesayit amade kiriye.
 
Her wiya Tîma Medya Dîjîtal a Partiya Çep a Kesk jî hatiye amadekirin ku ji 53 kesan pêk tê.
 
Norwêç 
 
Dengdana li Norwêcê wê 29'ê nîsanê destpê bike û 7'ê gulanê bi dawî bibe. Sindoqên dengdanê wê li paytext Osloyê bêne danîn. Li Norwêcê nêzî 7 hezar hilbijêr hene. Partiya Çep a Kesk civîn û serdanên ji bo hilbijartinê dewam dike. Ji ber ku hilbijêrên li vî welatî li herêmeke berfireh e wê bi tîmên ji 3 kesan hilbijêran bigihînin cihên dengdanê. Hilbijêrên li bajarên li ser sînorê Swêdê ne jî wê li Osloyê dengê xwe bidin.
 
Swîsre 
 
Dengdana li Swîsreyê wê 29'ê nîsanê destpê bike û heta 7'ê gulanê dewam bike. Hilbijêr wê li Zurîch, Bern û Cenevreyê deng bidin. Dengdan wê saet di navbera 09:00-21:00 de pêk were. Dawiya hefteyê jî wê dengdan were kirin. Partiya Çep a Kesk ji bo ewlekariya sindoqan li Zurîchê 80, li Cenevreyê 45, li Bernê jî 30 muşahît wezîfedar kir. Karên hilbijartinên li Swîsreyê li 13 Navendên Civaka Demokratîk têne meşandin. Her wiha serdana mal û dikandaran tê kirin. Ji bo hilbijêrên nexweş, extiyar û hewcedar bigihînin cihê dengdanê 14 wesayit, otobusek û mînîbusek ji aliyê koordînasyonê ve hatin amadekirin. Di hilbijartinên giştî yên 2018'an de HDP'ê li Swîsreyê ji sedî 52 ê dengan bi dest xistibû û bûbû partiya yekemîn.
 
Spanya 
 
Li Spanyayê dengdan wê li bajarên Barcelona û Madrîdê bê kirin. Dengdan wê di 5-6-7'ê gulanê de pêk were. Partiya Çep a Kesk karên xwe yên ji bo hilbijartinê bi serdana gel û dikandaran dewam dike. Ji bo hilbijêran bigihîne cihê dengdanê jî amadekarî hatine kirin.
 
Swêd 
 
Li Swêdê Partiya Çepên Kesk karên ji bo hilbijartinê zêde kir. Partiya Çepên Kesk li Helsîngborgê buroya hilbijartinê vekir. Di çarçoveya karên hilbijartinê de şahî hatin lidarxistin, sedana malan û dikandaran tê kirin. Li paytext Stockholmê li gelek deveran standên hilbijartinê hatin danîn. Koordînasyona hilbijartinê serdana partiya VENSTER'ê kir. Partiay VENSTER'ê ragihand ku weke çavdêr wê 3 wekîlên xwe bişîne Tirkiyeyê. Her wiha ji bo piştgiriya bi Partiya Çepên Kesk bang kir. Nûnerên Suryaniyên li Swêdê jî ji bo piştgiriya bi Partiya Çep a Kesk bang kirin. Dengdana li Swêdê wê di 1'ê gulanê de destpê bike û heta 7'ê gulanê dewam bike. Dengdan wê li paytext Stockholmê bê kirin. 3 bajarên Swêdê ji ber ku nêzî Danîmarkayê ne dengdana li wan bajaran wê li Danîmarkayê bê kirin.
 
Fînlandiya 
 
Dengdana li Fînlandiyayê jî wê li paytext Helsînkiyê bê kirin. Dengdan wê 1'ê gulanê destpê bike. Li Fînlandiyayê ku nêzî 7 hezar hilbijêr hene, Partiya Çep a Kesk ji bo hilbijêran bigihîne cihê dengdanê amadekariyan dike.
 
Awûstûrya 
 
Li Awûstûryayê dengdan wê li Viyana, Salzbûrg, Bregenz, Lînz, Graz û Înnsbrûckê were kirin. Hilbijêrên li Viyana, Salzbûrg û Bregenzê di navbera 27'ê nîsanê û 9'ê gulanê, hilbijêrên li bajarên din jî di 29-30'ê nîsanê û 1'ê gulanê de wê dengê xwe bidin.
 
Îtalya 
 
Li gorî agahiyên ji Komîteya Amadekariya Hilbijartinê ya Îtalyayê hate wergirtin, komîte ku ji 58 kesan pêk tê, hilbijêrên li Mîlano û Romayê koordîne dike. Ji bo hilbijêran bigihîni cihê dengdanê li Torîno 3 otobus, li Venedîk û Grossettoyê jî otobusek hatin amadekirin. Hilbijêrên li bajarên Modena, Bolzano, Novara bi wesayitên xwe wê di navbera 3-7'ê Gulanê de li Roma û Mîlanoyê dengê xwe bi kar bînin.