Jinên efrînî bi çandiniyê warê xwe bi bîr tînin

  • 10:36 26 Nîsan 2023
  • Jiyan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ji Efrînê yên li Şehbayê dimînin, bi rêya çandiniyê jiyana xwe ya li warê xwe bi bîr tînin.
 
Tevî ambargo û mercên zehmet ên koçberiyê jî jinên ji Efrînê yên li Wargehên Şehbayê dijîn, li ber konên xwe rûbereke biçûk ji bo çandiniyê veqetandiye û sebze, dar û gulan lê diçînin.
 
Ajansa ANHA di nûçeya xwe de bal kişan ser çandina gul û daran ên li derdora wargehên Şehbayê. 
 
Qudret Reşîd Dawud (57) û Zehîda (71) sebze li derdora konên xwe çandine da ku bandorên ambargoya ku hikumeta Şamê li ser kantonê ferz kiriye, sivik bikin. Ji bilî sebzeyan her du jinan konên xwe bi dar û gulan xemilandine.
 
Qudretê diyar kir ku wê sebze li derdora kon çandine da ku neçar nemîne biçe ji bazaran bikire û got ji ber dorpêça li ser kantonê buhayên sebzeyan bilind bûne. 
 
Qudretê sebzeyên wekî xes, pûng, bexdenûs û pîvaz çandine. Qudret,  anî ziman ku karê wê yê çandiniyê gundê wê tîne bîra wê û got: "Çandinî, eleqeya bi kulîlkan û xwezayê welatê me Efrînê û gundê min tîne bîra min; dema min li derdora mala xwe sebze diçandin." Qudretê hêvî kir ku Efrîn ji dagirkeran were rizgarkirin û got: "Em li benda vegera li Efrînê ne."
 
Zehîdeyê jî got ew di çandina sebze û kulîlkan de rehetiyê dibîne û Efrînê tînin bîra wê. Zehîdeyê got pir zehmet e mirov mala xwe terk bike û wiha domand: "Lê kombûna şêniyan li dora hev û jinûve avakirina jiyanê bi rêya xemilandina konan bi dar, gul û sebzeyan bereketeke mezin e ku barê me sivik dike.”