'Êrîş parçeyek ji planê têkbirinê ne'

  • 09:58 26 Nîsan 2023
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinên siyasetmedar diyar kirin ku oparasyona navenda wê Amed di demeke ku li çarparçeyên Kurdistanê êrîş tên kirin hatiye kirin û gotin ku êrîş barçeyek ji planê têkbirinê ne.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin de li gel Amedê li 21 bajaran di serdegirtina malan de rojnameger, parêzer, siyasetmedar û hunermend jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Bertekên li dîjî binçavkirinan dewam dikin, Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk ên Îzmîrê, nûnerên partiyên siyasî û parêzeran jî bertek nîşan dan.
 
'Êrîşa li dijî ewlehiya hilbijartinê ye'
 
Ji namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Keskan Nevîn Aytekîn diyar kir ku di vê pêvajoya hilbijartinê de bi binçavkirinan dixwazin raya giştî bitirsînin û siyaseta tirsê belav bikin. Nevînê got, “Bi taybetî li Kurdistanê ji bo bêdengkirina kesên ku li dijî konsepta şer têdikoşin û rastiyan li wir veşêrin êrîş tên kirin. Ger hûn bala xwe bidinê, hem parêzerên parêzvanên maf, hem jî rojnamegerên ku rastiyan vedibêjin, hem jî hevalên me yên ku têkoşîn organîze kirine hatin binçavkirin. Di heman demê de li dijî ewlehiya hilbijartinê jî êrîş tê kirin. Partiya Çep a Kesk ne di wê rewşê de ye ku karmendekî li ser sindoqê bi cih bike, divê bi çavdêran sindoqan biparêze. Zêdetir parêzer dê bi vê yekê re bibin alîkar. Ji ber vê bi awayekî ev êrîş li dijî ewlehiya hilbijartinê  hatiye kirin. Ew êrîşeke piralî ye, lê çi bikin jî dê wek her carê têk biçin."
 
'Dibe ku ev pêkanîn li her derê derkeve pêş'
 
Seroka Partiya Kedê (EMEP) ya Îzmîrê Emîne Uyar, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê ji ber fêhm dike ku di hilbijartinê de wê winda bike, hewl dide rewşê berovajî bike û got, "Îqtîdar difikire ku wê bi zextan encam bigire. Ev jî weke îşaretekê ye ku wê hilbijartin li herêmê çawa pêk were. Îradeya gel a di hilbijartinan de dê hikûmeta AKP’ê bişîne û hêza rêxistinbûyî ya vî gelî wê misoger bike. Karê me gelek e. Tenê çûna ser sindoqan têrê nake, şopandina encamê pir girîng e. Divê çav û guhên her kesî li herêmê bin. Divê em hemû li dijî her cure desteserkirina mafan li wir, li dijî desteserkirina mafê dengdanê hişyar bin. Divê hêzên demokrasiyê li her derê li hemberî van zextan bêdeng nemînin. Dibe ku sibe ev pêkanîn li tevahiya welat derkeve pêş.”
 
'Dîsa qanûn wekî darê zorê yê îqtîdarê tê bikaranîn'
 
Hevseroka OHD'ê ya Îzmîrê Şukran Ozturk, diyar kir ku endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û rêveberên herêmî û navendî bi awayekî derhiqûqî hatine binçavkirin û hevdîtina wan a bi parêzeran re jî hatiye astengkirin.  Ji vana tê fêhmkirin ku ew pêkanînên dijhiqûqî didomîn; Her çend ev biryarek şexsî bû jî di navenda me de lêgerîneke derqanûnî hat kirin. Hevalên me îtîraz kirin, lê tu encam bi dest nexistin, helbet me dozger nedît. Dîsa bi fermanan kar tê kirin.  Dawiya vê pargalê nêz e."
 
'Di demeke ku êrîş li kurdan hatin kirin de pêk hat'
 
Burcugul Çubuk jî da zanîn ku hikûmeta AKP-MHP'ê ya bi Hîzbûllaha dijminê jina ye re hevkarî kiriye, êrîşên wê ew matmayî nekirine û got,  "AKP  - MHP, êrîşî HDP'ê û Partiya Çep a Kesk dike. Ev operasyona ku hatiye kirin jî di demeke ku êrîş li çar parçeyên Kurdistanê hatine kirin de pêk hatiye. Hemû xebatên hilbijartinê veguherîn çalakiyên protestoyî yên li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê. Armanca vê êrîşê ew e ku atmosfereke tirs û xofê çêbike, lê rêxistina me xurt dike. Ez bawer dikim ku em ê bi hêztir ji vê êrîşê derkevin."