Şerta ewil a aştiyê: Çûyîna destilatdariyê ye

  • 09:05 26 Nîsan 2023
  • Rojane
 
 
Melek Avci
 
ENQERE - Endama Partiya DIE LINKE ya Almanyayê û sendîkavan Sabîne Skubsch mutalaya der barê doza Kobanê de wek "Bêdengkirin HDP’ê" nirxand û got ji bo avakirin demokrasî û aştiyê ferze ku AKP-MHP têk biçe.
 
Di Doza Kobanê ku 108 kes dihatin darizandin û rûniştinê sê rojan berdewam kir, dozger mutala xwe da. Di mutalayê de der barê 36 kesî de  bi sûcdariya yektiya dewletê xerakirine ji Qanûna Ceza Tirk (TCK) 302\1 cezayê muebeta giran xwest. Ji sûcên din jî di çarçoveya Qanûna Têkoşîna bi Terorê û TCK’ê de ceza hat xwestin. 
 
Piştî mutala hat dayîn rûniştin taloqî 3’yê cotmehê hat kirin û ji gelek aliyan bertek hat nîşandan. Siyasetmedarên navneteweyî û gelan diyar kirin ku ji bo guherînê têkçûna deshtilatdariyê ferze. 
 
Endama Partiya DIE LINKE ya Almanyayê û sendîkavan Sabîne Skubsch doza der barê siyasetmedarên Kurd û hilbijartin nirxand.
 
‘Armanc bêdengkirina HDP’ê ye’
 
Sabîne bi lêv kir ku armanca doza Kobanê krîmînalîzekirina HDP’ê ye û got Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa guh nade bangên tên kirin û got: “Desthilatdarî ji bo HDP’ê ku partiya herî mezin a muxalefetê ye bêdeng bike serî li her derê dide.  Dadgeha Mafê Mirovan a Ewreopaê di 2020’an de sûcdariyên der barê Selahattîn Demîrtaş de nirxand û bang kiribû ku divê demildest Selahattîn Demîrtaş bê berdan. Lê mixabin Tirkiyeyê ev pêk neanî.”
 
‘Qelsiya îdeolojiya dewleta Tirk’
 
Sabîneyê dsetnîşan kir ku pîrozbahiyên Newreozê, gotina Kurdistan, daxwaza perwerda ziman bûne mijara sûc û ji ber vê cezayên muebetê tên xwestin û wiha domand: “Ev tiştekî ecibe. Ev qedexekirin nayên qebûlkirin. Cejna gelan nikare bê qedexekirin. Zimanê gelan nikare bê qedexekirin. Ev qelsiya îdeolojiya dewleta Tirk e. Her çiqas hewl bidin zimanê Kurd nasnama Kurd tune bikin krîmînalîze bikin jî têkoşîna ku bi salane tê dayîn destur nade vê. Ev 30 sale li Tirkiyeyê, Ewropa û welatên din rewşa Kurdan dişopînim. Ev 30 sale zimanê Kurdan zêdetir belav bû.  Tevî nefreta zayendperest hebûna zimanê Kurd didome.”
 
‘Cotstandardî heye’
 
Sabîne anî ziman ku li hember siyasetmedar û kurdan cotstandardî heye û wiha dirêjî dayê: “Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa bi dehan carî zextên dewleta Tirk şermezar kir. Siyasetmedarên Alman li dijî vê zextê bêdeng man. Rexne nekirin. Li aliyekî naxwazin Erdogan xemgîn bikin. Naxwazin Serokomarê Tirk nerehet bibe. Welatên Rojava di vî alî de cotstandardiyê dikin, mixabin dûrûtiyê dikin.”
 
‘Divê desthilatdarî bikeve’
 
Sabîne dawiya axaftina xwe de wiha vegot: “Hêviya me eve Erdogan û hikûmeta AKP-MHP’ê di 14’ê Gulanê de têk biçe. Şerta esas a aştî û demokrasiyê ev e. Ez li bajarê Karlsruhe ya Başurê Almanyayê dijîm. Em jî li vir kampanyayê hilbijartinê dimeşînin û mîtîngan pêk tînin. Em ê vê bi hevalan re bimeşînin.”