ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2023'YAN

  • 09:00 26 Nîsan 2023
  • Rojev
 
* Endama Partiya DIE LINKE ya Almanyayê û sendîkavan Sabîne Skubsch mutalaya der barê doza Kobanê de wek "Bêdengkirin HDP’ê" nirxand û got ji bo avakirin demokrasî û aştiyê ferze ku AKP-MHP têk biçe.
 
*Hevşaredara Qersê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayîn kirin Şevîn Alaca diyar kir ku piştî 14’ê Gulanê hêviya me heye ku li Tirkiyeyê pêvajoya demokratîk destpê bike û got: "Em ê wek Partiya Çep a Kesk bi pergala hevserokatiyê û pratîkên xwe yên şên ber yên berê derkevin pêşberî gel.” BI DÎMEN 
 
* Namzeta Partiya Çep a Kesk Kezban Konukçu Kok der barê 1’ê Gulanê û sozên ku Partiya Çep a Kesk daye kedkaran de axivî û diyar kir ku butçeya ji şer re tê veqetandin wê ji kedkaran re veqetînin û got partiya wan ji bo kedkaran partiya herî rast e. BI DÎMEN 
 
* 1'ê Gulanê bi berxwedana bi mîlyonan tevî hemû qedexe û astengiyan heta wan rojan hate pêşwazîkirin. Îsal jî karker bi dirûşma “Ked a me ye, siberoj a me ye” li dijî polîtîkayên AKP-MHP'ê dê dakevin qadan. 
 
*Jinên siyasetmedar diyar kirin ku oparasyona navenda wê Amed di demeke ku li çarparçeyên Kurdistanê êrîş tên kirin hatiye kirin û gotin ku êrîş barçeyek ji planê têkbirinê ne. DÎMEN HEYE
 
*Partiya Çep a Kesk li Taxa Yenimahalleyê şahiya jinê lidar bixe.(13.00)