Ji 33 baroyê daxuyaniya hevpar

  • 21:45 25 Nîsan 2023
  • Hiqûq
NAVENDA NÛÇEYAN- 33 baroyê li dijî binçavkirinan ku hevpîşeyên wan jî têde daxuyaniyek hevpar dan û diyar kirin ku divê biryara qedexekirina hevdîtina parêzeran bê rakirin.
 
Bertekên li dijî binçavkirinan didomin. 33 baroyan daxuyaniyek nivîskî ya hevpar dan û bertek nîşanê binçavkirinan dan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew şopdarê pêvajoya der barê hevpîşeyên xwe ne û got: “Vê sibehê nav de endamên baroyên Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih û Şirnexê jî hene 25 parêzer û bi sedan kes di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin de hatin binçavkirin.”
 
‘Nayê qebûlkirin’
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku der barê hevpîşeyên wan de 24 saetan hevdîtina bi parêzeran re hatiye qedexekirin û got ev teşeyê binçavkirinê tu awayî nayê qebûlkirin. Her wiha di daxuyaniyê de hat daxuyandin ku wê pêvajoya darazê ji nêz ve bişopînin.
 
33 baro
 
Baroyên daxuyanî dan wihane: Baroya Edenê, Semsur, Agirî, Enqere, Erdexan, Artvîn, Aydin, Balikkesîr, Êlih,Çewlîk, Bedlîs, Bolu, Burdur, Mêrdîn, Bursa, Kastamonu, Muş, Amed, Sêrt, Eskîşehîr, Sînop, Riha, Colemêrg, Hatay, Îdir, Isparta, Tekîrdag, Dêrsîm, Wan, Îzmîr, Qers, Yalova û Şirnex.