Li Mêrdîn û Îzmîrê li dijî binçavkirinan bertek

  • 21:42 25 Nîsan 2023
  • Rojane
MÊRDÎN-ÎZMÎR- Baroya Mêrdîn û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê binçavkirin şermezar kirin û bang kirin ku divê dawî li pêkanînên kêfî bên. Li Îzmîrê jî Hêzên Demokrasî û Kedê bertek nîşanê binçavkirinan dan û diyar kirin ku ew li dijî dijhiqûqiyan bêdeng namînin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirtin de li Amedê nav de rojanemger, parêzer, siyasetmedar û hunermend jî têde gelek kes hatin binçavkirin. Baroya Mêrdînê der barê binçavkirinan de li ber Edliya Qoserê daxuyanî da. 
 
Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk û gelek parêzer tevli bûn. Îsmaîl Elîk daxuyanî xwend û bang kir ku divê demildest dawî li van pêkanînên kêfî bê anîn. Îsmaîl binçavkirina parêzer û gelek kesên din şermezar kir û daxuyakirin ku ev binpêkirin maf, azazdî û hiqûqê ye.
 
Piştre Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê jî li ber avahiya Komeleya  Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Mêrdînê daxuyanî dan. 
 
Parlmanetera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, namzetên Partiya Çep a Kesk, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û gelek kes tevli bûn. Hevserokê OHD’a Mêrdînê Lokman Emen daxuyanî xwend. Loman binçavkirin şermezar kir û da zanîn ku ev pêkanînên dijdemokratîk bi armanca  ku ewlehiya hilbijartinan bikeve xetereyê tên kirin. Loman daxuyakirin ku wê li dijî dijhiqûqiyan bêdeng nemînin. 
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘zext nikarin bi me serî bidin tewandin’ bidawî bû.
 
Îzmîr
 
Li Îzmîrê jî bi armanca şermezarkirina operasyona binçavkirinê Hêzên Ked û Demokrasiyê li Kolana Kibris Şehîdlerî daxuyanî da.  Seroka Baroya Îzmîrê Zohre Dalkiran axivî. Zohreyê diyar kir ku ev operasyonên binçavkirinê dijhiqûqiye û got desthilatdarî êdî baş dibîne ku winda dike û ji ber vê jî êrîş dike. Zohreyê anî ziman ku desthilatdarî demên xwe yên daweî dijî û wê ew tu car li dijî zextan serî netewînin,têbikoşin û pêvajoya darazê bişopînin.