Pervîn Buldan:Divê desthilatdarî biçe

  • 21:14 25 Nîsan 2023
  • Ramyarî
WAN –Heyeta Partiya Çep a Kesk bi rêxistinên civaka sivîl yên Wanê re hat gel hev. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan ya di heyetê de cih digirt diyar kir ku hedefa wan eve ku bi desthilatdariya AKP’ê re faşîzmê bişînin.
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û namzeta Partiya Çep a Kesk a Wanê Pervîn Buldan bi rêxistinên civak asivîl yên bajar re hat gel hev. Li otelek bajar civînek hat kirin û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevli bûn.
 
Pervîn axivî û diyar kir ku hewce bi nêrînên STK’yan dibînin û got hedef wan eve ku bi hev re pirsgirêkan nîqaş bikin û çareser bikin.
 
Pervînê wiha vegot: “Hedefa me eve ku em vê faşîzmê bişînin. Têkbirina desthilatdariyê hedefa me ya serekeye. Em rewşa xizanî û betaliyê baş dibînin. Em baş dizanin ku zarok birçî diçin dibistanan. 14’ê Gulanê ji bo her kesî derfete. Divê em vê derfetê baş li ber çavan bigirin. Ger ku em bi awayekî xurt biçin parlamentoyê em ê bibin mifteyeke xurt.”