Polîs: Ji bo carek din neyê bikaranîn

  • 20:29 25 Nîsan 2023
  • Rojane

AMED - Li Amedê di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de bi ser Piya Yapim de jî hat girtin û hemû alav hatin desteserkirin. Rojnamegerên ev ji polîs pirsîn bersiva ‘Ji bo hun carek din bikarneynin. Hun vir bi pereyê rêxistinê tije dikin’ girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye meşandin de navenda wê Amed li 21 navçeyan bi ser malan de hat girtin û li 21 bajarî ji 100’î zêdetir kes hatin binçavkirin. Yek cihên bi ser de hat girtin Piya Yapim bû. Di serdegirtinê de hemû kompîtur û alav hatin desteserkirin.
 
Xebatkarê di Piya diyar kir ku lêgerîn bi armanca bêbandorbûnê hatine kirin û destnîşan kir ku ji polîs pirsa çima hun wisa dikin kirine û polîs jî wiha gotiye: “Ji bo carek din hun bikarneynin. We bi pereyên rêxistinê ev der tije kiriye.”