Partiya Çep a Kesk li Yalovayê bû: AKP’ê fêm kiriye ku winda dike

  • 20:17 25 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
 
YALOVA-Partiya Çep a Kesk bi coşek mezin li Yalovayê mîtîng pêk anî û di axaftinên hatin kirin de balkişandin ser operasyonên biçvkirinê û gotin AKP’ê fêm kiriye ku winda kiriye.
 
Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên xwe de li Yalovayê mîtîng pêk anî. Mîtîng li ber Burya Hilbijartinê ya Kolana Cumhuriyet pêk hat. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sîncar, Hevberdevkê Kongreya Civaka Demokratîk Cengîz Çîçek û namzetên Yalovayê tevli hilbijartinan bûn. Gel li ber buroyê kom bû û dirûşmeya ‘Em ê bi berxwedanê qezenc bikin’ berz kirin.
 
Namzeta gel silav kir û axaftin kirin. 
 
Cengîz Çîçek axivî û diyar kir ku li Yalovayê gel bi biryare û got li dijî zext û zilmê ber xwe dane heta îro hatine û got li dijî zilmê her tim berxwedan hebû, ger zilm hebe  berxwedan jî heye. Cengîz balkişand ser operasyona binçavkirinê ya li Amedê û daxuyakirin ku tevî her tiştî heta demokrasî neyê wê berxwe bidin.
 
Mîthat Sîncar jî gel bi Kurdî silav kir û diyar kir ku ev desthilatdarî desthilatdariya tirsê ye û ew ji kedkarên çapemeniyê, endamên partiyê, xebatkarên parştiyê rojnamegeran ditirsin.
 
Piştî axaftinan mîtîng bidawî bû.