Komeleyên ziman, çand û hunerê bertek nîşanî binçavkirinan da

  • 16:59 25 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleyên ziman, çand û hunerê yên Îzmîr, Amed, Sert, Wan, Semsûr, Êlih, Stenbol, Şirnex, Enqerê bi daxuyaniyeke hevpar binçavkirina hunermend, rojnameger, siyasetmedar û parêzeran şermezar kirin û gotin: "Em ê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo azadî û wekheviyê bernedin û em ê di her şert û mercî de vê têkoşînê bidomînin."
 
Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê ya  Îzmîrê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botanê a Sêrtê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê ya Semsûrê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê ya Êlihê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê a Amedê, Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê ya Wanê, Komeleya Wêjekarên Kurd a Amedê, Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek a Cizîra Şirnexê, Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Enqayê ya Enqere û Kovara Destar derbarê binçavkirina serê sibê ya ku li 21 bajaran pêk hatî bi daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar şermezar kir. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Îro serê sibehê li 21 bajaran li hemberî zimannas, rojnameger, parêzer, hunermend, aktîvîst û siyasetmedarên kurd operasyoneke qirkirina siyasî hate kirin û ji 100î zêdetir kes hatine binçavkirin. Çawa ku ev cure operasyonên qirkirinê bi tu awayî bi ser neketine, berevajî wê yekê, têkoşîna gelê kurd a ji bo maf û azadiyê xurttir kiriye, ev operasyona qirkirinê jî dê bi tu awayî bi ser nekeve.
 
Gelê kurd ji destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê ve ji bo maf û azadiya xwe tê dikoşe û di vê rêyê de bi berdêlên giran destkeftiyên giranbiha bi dest xistine. Lewma jî bi girtin, kuştin an jî çavtirsandinê nikarin van destkeftiyan ji destê gele kurd derxînin. Tevî hemû êriş, zext û kuştinên van salên dawî û salên borî gelê kurd û saziyên gelê kurd gavek jî ber bi paş ve neavêtiye û dê neavêjin jî. Ew ê xwedî li ax, ziman û hebûna xwe derkevin.
 
Zext û êrişên ku sed sal e li ser gelê kurd ji hêla dewletê ve tên meşandin, di wexta desthilatdariya AKP-MHP de gihîştine lûtkeya xwe û ev desthilatdariya yekperest hemû siyaseta xwe li ser tunekirina gelê kurd dimeşîne. Lê belê tevî hemû êrişên xwe yên faşîzan, ev desthilatdariya faşîst dê tu carî nekare bi van operasyonên qirkirinê bi ser bikeve.
 
Yek ji armancên van operasyonên qirkirinê bi lawazxistina xebatên zimanê kurdî pêşvetirbirina polîtîkayên asîmîlasyonê ye. Di çarçoveya vê polîtîkayê de her tim saziyên zimanê kurdî û mamosteyên zimanê kurdî tên hedefgirtin. Di vê operasyona qirkirinê de jî mamoste û kedkarên zimanê kurdî Rifat Ronî, Nesîb Gultekîn û Osman Çetînkaya hatine binçavkirin. 
 
Hemû rojnameger, hunermend, kedkarên zimanê kurdî û siyasetmedarên ku îro hatine binçavkirin û bi awayekî nehiqûqî û dijminane hatine girtin, hûn ê nekarin wan ji têkoşîna azadî û wekheviyê dûr bixin û ev têkoşîn dê van operasyonan pûç bike. 
 
Em careke din destnîşan dikin ku divê hemû girtî û binçavkiriyên siyasî derhal serbest bên berdan û dibêjin ku berdêl her çi dibe bila bibe, em ê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo azadî û wekheviyê bernedin û em ê di her şert û mercî de vê têkoşînê bidomînin."