Partiya Çep a Kesk serdana nivîskarên jin kir

  • 16:18 25 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
ÎZMÎR - Namzedên jin ên Partiya Çep a Kesk serdana Komeleya Nivîskarên jin kirin.
 
Namzedên jin ên Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Komeleya Nivîskarên Jin ziyaret kirin. Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Îzmîrê Nevîn Aytekîn, Namzetda  Tokatê Meltem Işik, Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Çep a Kesk a Îzmîrê Meryem Gulbudak beşdarî serdanê bûn. Jinên ku belavokên Partiya Çep a Kesk danîn komeleyê, behsa polîtîkaya jinan a partiya xwe kirin.
 
'Divê jinên ji Partiya Çep a Kesk biçin meclisê'
 
Nevînê diyar kir ku armanca wan ew e ku ji Herêma 1'emîn  4, ji Herêma 2'emîn  3  û ji bi giştî Tirkiyeyê jî 100 parlamenter hebin û wiha got: “Tişta ku tîlafa Cumhur dike diyar e, Tifaqa Milet jî  restorasyonîst e,  Lê divê li meclisê  bi rastî  partiyeke demokratîk û azadîxwaz hebe. Çawa ku pêwîstiya wan bi çepa Kesk heye ku Erdogan bişîne, em jî dixwazin Partiya Çep a Kesk di meclîsê de mafên jinan biparêze. xwedî mafên jinan."
 
'Bi binçavkirinan wê nikaribin me asteng bikin'
 
Nevîn her wiha binçavkirina nêzî 150 kesên ku di nav de rojnameger, parêzer û siyasetmedar jî hene li 21 bajarn di serdegirtina malan de nirxand û got, “Armanca girtina parêzeran ew e ku parêzer sendoqan neparêzin û rojnameger nûçe çênekin. Lê wê nikaribin bi binçavkirinan me asteng bikin."  
 
'Divê jin di temenê biçûk de tevlî siyasetê bibin'
 
Seroka Komeleyê Emîne Emîral, anî ziman ku qada ku herî kêm jin lê tên dîtin siyaset e û got ku ji bo jin ji siyasetê re amade bin divê ji biçûkatiya xwe ve tevli siyasetê bibin."
 
Nivîskarên jin pirtûka ku weşanên komeleyê yên di navbera salên 2008-2022'an de cih digirin pêşkêşî namzetan kir.