Pervîn Buldan: Çiqasî êriş bikin wê ewqasî têk biçin

  • 15:58 25 Nîsan 2023
  • Ramyarî
WAN - Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirinê da û got “Ew çiqasî êriş bikin wê ewqasî têk biçin.”
 
Xebatên hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk li Kurdistan û Tirkiyeyê bi coşek û hêzek mezin berdewam dike. Di çarçoveya xebatan de li Elbaka Wanê buroya hilbijartinê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede û namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk a Colemêrgê hat vekirin. Vekirina buroyê bi coşek mezin pêk hat. 
 
Di vekirina buroyê de Pervîn Buldan axivî û anî ziman ku ew ê di hilbijartinên 14'ê Gulanê de li Wanê 8 parlementeran bistînin û got “Ez sozê didim we, em ê AKP’ê li vir bikin partiya tabelayê. Me li Colemêrgê got em ê her 3 parlementeran bistînin li Wanê jî em ê her 8 parlementeran bistînin. Di vî warî de herî zêde baweriya me bi gelê Elbakê heye. Li Elbakê em dengekî gelekî zêde distînin. Ev ji bo me girîng e. Di van hilbijartinan de em ê zilm, zext û bêhiqûqtiyên AKP’ê biqedînin.”
 
Pervîn bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî ya ku vê sibehê li gelek bajaran pêk hatiye û got “Em vê operasyona li dijî parêzer, hunermend û hevalên me yên ku wê xebatên hilbijartinê bikirina, bi tundî şermezar dikin. Ew êriş dikin lê bi êrişê re wê bêtir têk biçin. Ji ber vê ez dibêjim roj roja afirandiya yekîtiya me ye. Ew roj e ku em têkoşîna mezin bikin, faşîzmê têk bibin û AKP’ê bikin partiya tabelayê.”