Ji rojnamegeran bertek: Îktîdar li ber windakirinê ye

  • 15:09 25 Nîsan 2023
  • Rojane
 
Bêrîtan Elyakut
 
AMED - Bertekên li hemberî operasyona ku di nav de 10 rojnameger zêdeyî 100 siyasetmedar, parêzer û hunermend hatin binçavkirin her ku diçe zêde dibin. Hevalên wan bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan û diyar kirin ku ev operasyon operasyoneke hilbijartinê ye û hewldana bêdengkirina rastiyan a desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li ber windakirinê ye.
 
Di çaroveya operasyona ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin de navende li Amedê gelek rojnameger, parêzer, siyasetmdear û hunermend hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku dîroja lêpirsînê 2023'yê ye û nayê zanîn ku kesên hatine binçavkirin bi çi tên sûcdarkirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de li 21 bajarî nêzî 150 kes hatine binçavkirin û tê diyarkirin ku di be hejmara kesên tên binçavkirin zêdetir bibe.
 
Di çarçoveya lêpirsînê de nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok, nûçegihanên MA’yê Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşam Osman Akîn, Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya heftane ya bi Kurdî Xwebûn Kadrî Esen, rojnameger Mehmet Yalçin, Mikail Barut, Salîh Keleş û Remzî Akkaya hatin binçavkirin. 
 
Herwiha hat diyarkirin ku kesên li bajarên din jî hatine binçavkirin anîne Amedê û derbarê kesên hatine binçavkirin de ji bo 24 saetan têkiliya bi parêzerên wan re hatiye sînordarkirin. 
 
Derbarê binçavkirinan de rojnamegeran ji ajansa me re axivîn. 
 
'Nikarin rojnamegeran bêdeng bikin'
 
Edîtora Servîsa Kurdî ya JINNEWS'ê Munevver Karademîr, diyar kir ku ji aliyekî ve xebatên hilbijartinê dewam dikin, ji aliyê din ve jî îktîdar operasyona xwe ya hilbijartinê didomîne û got: "Di çarçoveya operasyona hilbijartinê de ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve serê sibê operasyona binçavkirinê hate destpêkirin. Li hemberî hiqûqnas, rojnamger, hunermend û gelek kesan ve pêk hat. Dest danîn ser gelek meteryalên rojnamegeran. Niha jî operasyon didome. Îktîdar dizane ku dê winda bike û ji ber vê sedemê jî bêtir êriş dibe ser xebatkarên çapemeniyê. Dixwazin rojnamegeran bêdeng bikin. Mafê agahî girtinê xesp dikin. Lê çi dikin bila bikin nikarin rojnamegeran rawestînin. Rojnameger dê bibin dengê gel û dê li cem gelê xwe bin." 
 
'Gelê Kurd û Çapemeniya Azad hedef tê girtin'
 
Rojnameger Medîne Mamedoglu jî bal kişand ser operasyona ku serê sibê pêk hatî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Rojnameger, nûnerên saziyên sivîl, hunermend û hiqûqnas hatin hedef girtin. Di nav salekî de ev bû 3 car li hemberî rojnamegeran operasyon pêk tê. Em baş dizanin ku ji bo çi ev operasyon pêk tên. Îktîdar her tim di hilbijartinên krîtîk de Gelê Kurd û Çapemeniya Azad hedef digire. Serê ewilî kesên ku heqîqetê radigihînê hedef digire û dixweze bêdeng bike. Lê belê 40 sal in ev tişt her tim vala derketiye û êdî pêve jî dê vala derkeve. Em ligel her cureyên astengî û zexdan li her qadê heqîqetê dê bînin ziman. Em daxwaz dikin ku kesên ku têkoşîna demokrasiyê didin serbest bên berdan." 
 
'Di pêvajoyeke krîtîk de hedefgitina rojnamegeran ne tesaduf e'
 
Rojnameger Sabîha Temîzkan diyar kir ku rojnameger di serdema hilbijartineke pir krîtîk de hatin binçavkirin û got, “Ne tesadufe ku vê serdema krîtîk de rojnameger dibin hedef. Binçavkirina rojnamegeran, bi taybetî li bajarên kurdan, di van pêvajoyên wiha de hewldanek e ku dengê ji vê herêmê bilind dibe bitepisîne. Ji ber ku Kurd guhertina desthilatdariyê dixwazin. Demildest hevalên me yên ku di bin şert û mercên pir dijwar de rojnamegeriyê dikin, berdin.”
 
'Vê carê jî navnîşan şaş nekirin'
 
Rojnameger Arjîn Dîlek Oncel jî diyar kir ku ji Hilbijartinên Giştî yên ku ji bo dîroka Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke krîtîk in re tenê çend roj mane û diyar kir ku di demeke ku xebtê hilbijartê dihatin kirin de bi operasyona binçavkirinê şiyar bûne. Arjîn, destnîşan kir ku di vê operasyonê de jî navnîşan şaş nekirin û got ku çapemeniya azad û parêzvanên mafên mirovan dîsa hatin binçavkirin. Arjîn da zanîn ku dîroka operasyonê ne tesaduf bû û got, “Hikûmeta AKP’ê ku beriya niha di operasyonên li Enqere û Amedê de hewl da krîza li welêt veşêre, xebatkarên me yên çapemeniyê binçav kirin û girtin. Em bûn şahid ku hevalên me yên ku di demên dawî de îdianameyên wan hatin amadekirin, bi rojnamegeriyê hatin sûcdarkirin. Di vê operasyonê de ji bo veşartina tirs û heqîqetê, rojnamevanên ku heqîqetê ji raya giştî re radigihînin, parêzerên mafparêz û siyasetmedarên ku siyaseta demokratîk dikin hedef hatin girtin. Ev hewldan bêencam in, rojnameger dê rastiyan binivîsin. Hewldanên dîtina suc ji bo rojnamegeran bê encam dimînin, em dixwazin hevalên me demildest serbest bên berdan.”