10 rojnameger di bin çavan de ne

  • 13:42 25 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVEND NÛÇEYAN - Di serdegirtinên malan ku navenda wan Amed bû hatin kirin de 10 rojnameger hatin binçavkirin. 
 
Çend roj ji hilbijartinên serokomarî û giştî re hene, li bajarên Amed, Merdîn, Sêrt, Çêwlîg, Wan, Sirnex, Êlih, Dîlok, Riha, Bursa, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Osmaniye, Sêwas, Meletî,  Semsûr û Enqereyê bi ser bi dehan mal û kargehan de girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok, nûçegihanên MA’yê Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşam Osman Akîn, Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya heftane ya bi Kurdî. Xwebûn Kadrî Esen, rojnameger Mehmet Yalçin, Mikail Barut, Salîh Keleş û Remzî Akkaya hatin binçavkirin.