OHD'ê binçavkirina 25 parêzeran şermezar kir: Em ê hesabê bipirsin

  • 13:28 25 Nîsan 2023
  • Rojane
AMED - OHD, li Amed, Enqere, Îzmîr, Mêrsîn, Êlih, Wan, Riha û Stenbolê binçavkirina 25 parêzeran bi daxuyaniyan protesto kir û gotin: "Em ê hesabê bipirsin'
 
Ji bo hilbijartinên serokkomarî û yên giştî 19 roj mane û îro di danê sibehê de di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Amed de li 21 bajaran bi ser gelek malan de hate girtin. Polîsan li Amed,  Mêrdîn, Sêrt, Çêwlig, Wan, Şirnex, Êlih, Dîlok, Riha, Bursa, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Osmaniye, Sêwas, Meletî, Semsûr û Enqereyê bi ser bi dehan mal û kargehan de girtin. Di serdegirtinan de hinek pirtûk û materyalên dijîtal hatin desteserkirin. Hat zanîn ku heta niha 25 parêzer di bin çavan de ne. Di çarçoveya lêpirsînê de ji bo 216 kesan biryara binçavkirinê hatiye dayîn û polîsan îro di danê sibehê de bi ser şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yên Amed, Wan, Riha, Êlih û Mêrdînê de girtin. 
 
Lêgerîn bi dawî bû
 
Di serdegirtina Şaxa OHD’a Amedê de deriyên komeleyê hatin şikandin û lêgerîna li avahî bi dawî bû. Her wiha dorpêça li derdora avahiya komeleyê hêj didome. Di çarçoveya lêgerînan de kompûter, rojname, pirtûk û hwd. û gelek ewraq hatin desterserkirin. 
 
25 parêzer binçav kirin
 
Navên hinek parêzerên hatine binçavkirin wiha ne: “Mehmet Oner, Halîse Dakali, Ozum Vurgun, Bunyamîn Şeker, Berdan Acun, Pîrozhan Kalelî, Resûl Tamur, Firat Taşkin, Salîh Tekîn, Sozan Acar, Buşra Eylul Ozgultekîn, Bûrhan Artan, Metîn Ozbadem, Şerzan Yelboga, Suleyman Şahîn, Gulistan Ataş, Firat Yildiz, Serhat Hezer, Kenan Aygay, Şîrrîn Şen û Bahar Okay li Amedê, Gurbet Ozbey û Rûşen Dogan li Rihayê û Kenan Angay û Jiyan Samedoglû jî li Mêrdînê hatin binçavkirin.”
 
OHD'ê bertek nîşanî binçavkirinan da
 
Binçavkirina parêzeran li Amed, Êlih, Enqere, Mêrsîn, Îzmîr, Wan, Riha û Stenbolê ji hêla OHD'ê ve bi daxuyaniyan hat şermezarkirin. Namzetên Partiya Çep a Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Baro û gelek sazî û dezgeh tevlî daxuyaniyan bûn. 
 
Daxuyani li ber Edliya Amedê, li ber Edliya Sihhiyeyê ya Enqerê, li ber Edliya Îzmîrê, li ber Edliya Dîlokê, li ber Edliya Rihayê, li ber Edliya Çaglayanê ya Stenbolê, li Parka Zarokê Azad a Mêrsînê û ya Wan û Êlihê jî li avahiya OHD'ê pêk hat. 
 
Di daxuyaniyên ku hatin dayîn de operasyona li hemberî rojnameger, parêzer, siyasetmedar û hunermandan hatî kirin hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Em dibînin ku daraz her ku diçe zêdetir siyasetê dike, mafê azadî û ewlekariya şexsî zêdetir tê binpêkirin, bi sedan rojnamevan, siyasetmedar û hevkarên xwe bi tinehesibandina azadiya fikir û ramanê bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehan de tên girtin û îro em dibînin ku desthilatdariya siyasî bi têkoşînên dawî bi gefa binçavkirin û girtinê re hewl dide rejîma xwe bidomîne. Em bang dikin ku em ê li ber xwe bidin, tu carî dest ji têkoşînê bernadin û em ê hesab ji wan bipirsin."