Ji kesên hatin binçavkirin navê 58 kesî eşkera bû

  • 12:19 25 Nîsan 2023
  • Rojane
 
AMED - Di encama operasyona ku serê sibehê hat kirin de, gelek kesên rojnameger, parêzer û hunermend hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin navê 58 kesî aşkera bû.
 
Di çaroveya operasyona ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin de navende li Amedê gelek rojnameger, parêzer, siyasetmdear û hunermend hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku dîroja lêpirsînê 2023'ê ye û nayê zanîn ku kesên hatine binçavkirin bi çi tên sûcdarkirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de li 21 bajarî nêzî 150 kes hatine binçavkirin û tê diyarkirin ku di be hejmara kesên tên binçavkirin zêdetir bibe.
 
Hewrwiha hat diyarkirin ku kesên li bajarên din jî hatine binçavkirin anîne Amedê û derbarê kesên hatine binçavkirin de ji bo 24 saetan têkiliya bi parêzerên wan re hatiye sînordarkirin. 
 
Navê 58 kesî eşkara bû
 
Ji kesên hatine binçavkirin navê 58 kesî wiha ye: Nûçegîhana me Berîtan Canozer, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA)  Abdurahman Gok, nûçegîhanê MA'yê Ahmet Kanbal, Mudurê  Karên Nivîsê yê Rojnameya Yenîyaşamê  Osman Akin, Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen, rojnameger Mehmet Şah Oruç, Mehmet Yalçin û Mîkaîl Barut, Salîh Keleş, parêzer Mehmer Oner, Hevserokê Şaxa OHD'ê ya Amedê Halîse Dakali, Resul Temur,  Pîrozhan Karali,  Muhîtîn Muguç, Ozum Vurgun,  Bunyamîn Şeker, Firat Taşkin, Zozan Acar,  Buşra Eylul Ozgun tekîn, Burhan Arta, Jîyan Sametoglu, Metîn Ozbadem, Gurbet Ozbey Oner, Adîle Salman, Şerzan Yelboga, Suleyman Şahîn, Gulîstan Ataş, Firat Yildiz, Serhat Hazer, Kenan Angay,  Şîrîn Şen, Bahar Oktay, Berdan Acun , Havva Bîldîk, Halîl Delen, Hbat Mîmkara, Endama Komeleya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) Devrîm Demîr, lîstikvanên Şanoya Bajar a Amedê Yavuz Akkuzu, Ozcan Ateş, Elvan Koçer Yildirim , Şahperî Alphan, Şêwirmenda Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz Sezen Mercan, Marîa Oztopuz, Suat Mustafa Şencî, Veysel Moray, Husamettîn Kiliç, Şehmus Karadag, Semîra Akkor, Farîs Turk, Tarik Zafer Yzgan, Nurettîn Bakan, Nasîp Gultekîn, Eşref Yaşa, Alattîn Zugurlî, Haydullah Zugurlî, Hevserokê Odeya Endezyarên Madenê (MMO) ya Amedê Dogan Hatun, endamên Komeleya 78'an Rifat Ronî û Ganî Alkan.
 
Di saetên bê de li bendê ye ku lîsteya kesên hatine binçavkirin diyar bibe.
 
Dê daxuyanî bê dayîn
 
Herwiha OHD'ê dê li ber Edliyeya Amedê û li hemû şaxên xwe yên bajarên din wê hemwext saet di 12,30'an de daxuyaniyê bide. Wê Partiya Çep a Kesk a Amedê jî saet di 13.00'an de li Kolana Hunerê ya Yenîşehira Amedê daxuyaniyê bide.