Gelek rojnameger, parêzer, siyasetmedar û hunermend hatin binçavkirin

  • 10:13 25 Nîsan 2023
  • Rojane
AMED - Li Amedê serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt û di encamê de gelek rojnameger, parezêr, hunermend û siyasetmedar hatin binçavkirin. 
 
Beriya hilbijartinê îro di danê sibehê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran operasyonek hat destpêkirin. Di encama operasyonê de gelek rojnameger, parezêr, hunermend û siyasetmedar hatin binçavkirin. Di encama serdegirtinên li Amed, Mêrdîn, Sêrt, Çêwlig, Wan, Şirnex, Êlih, Dîlok, Riha, Bursa, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Osmaniye, Sêwas, Meletî, Semsûr û Enqereyê de polîsan dest danîn ser hinek pirtûk û materyalên dijîtal. 
 
Nûçegihana ajansa me Bêrîtan Canozer, xwediyê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ferhat Çelîk, edîtorê MA'yê Abdurrahman Gok, nûçegîhanê MA'yê Ahmet Kanbal, Mehmet Şah Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen, rojnameger rojnameger Salih Keleş, Remzî Akkaya, Arîf Akkaya, Mehmet Yalçin û Mîkaîl Barût hatin binçavkirin. Ji ber Ferhat Çelîk li mala xwe nebû nehate binçavkirin. 
 
Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Halîse Dakali, parêzer Resûl Tamur, Ozum Vurgun, Bunyamin Şeker, Berdan Acun, Pîrozhan Karali hatin binçavkirin.
 
Ji Şanoya Bajêr a Amedê Yavuz Akkuzu, Ozcan Ateş, Elvan Koçer Yildirım, Şahperi Alphan Bayhan, Kîbar Suvarî, Devrîm Demîr û Ozcan Ateş hatin binçavkirin. 
 
Her wiha şêwirmenda Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz Sezen Mercan, Sezgin Bayram, Faris Turk, Ozan Serhat Bîngol, Mehmet Yalçin, Hevseroka Odeya Endezyarên Madenê ya Amedê Dogan Hatun, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Marîa Oztopuz hatin binçavkirin. 
 
Di serdegirtina li Sêwereg a Rihayê de endamê OHD’ê parêzer Metîn Ozbadem û siyasetmedar Halîl Delen, Havva Bîldîk û Habat Mîmkara hatin binçavkirin. Di çarçoveya heman dosyayê de li navçeyên Pirsûs û Wêranşara Rihayê jî bi ser gelek malan de hate girtin û hat zanîn ku binçavkirin hene. 
 
Li aliyê din li ser Şanoya Bajêr a Amedê, Navenda Çandê ya Dîcle Firat, Navenda Çanda Mezopotamya ya Qoserê û Navenda Çandê ya Bahar a Êlihê jî serdegirtin pêk hat. Di serdegirtina malan de derî hatin şikandin jî lêgerîn hatin kirin.
 
Baroya Amedê bertek nîşan da 
  
Baroya Amedê jî bertek nîşanî binçavkirinan da û wiha got: “Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de û biryara lêgerîn û binçavkirinê ya 3’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Amedê de îro di danê sibehê de bi ser malên endamên buroya me, rojnameger û parastvanên mafan de hate girtin û binçavkirin û girtin çêbûne. Bi awayekî pir keyfî nêzî mafên bingehîn û azadiyan dibin, di serî de parêzer, parastvanên mafan û rêxistinên pîşeyî, rêxistinên civaks sivîl hedef tên girtin, rastî gefên cezakirinê tên. Tê dîtin ku tevdîrên parastinê yên weke girtin û binçavkirinê li dijî parastvanên mafan bi awayekî pir bêwate, nebikêr, bêperwa û xerab tê bikaranîn. Her wiha biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye dayîn û ji bo dosyayê jî biryara nepeniyê hatiye dayîn. Divê têkildarî sedema binçavkirinan di zûtirin demê de bê eşkerekirin. Divê tavilê dawî li van sepanên derhiqûqî ku mafên azadî û ewlehiyê binpê dikin ên li dijî hempîşeyên me, rojnameger û parastvanên mafan bînin û wan berdin.” 
 
150 kes hatin 
  
Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr diyar kir ku li ser fermana Serdozgerê Komarê herî kêm 150 kes hatine binçavkirin û ev agahî parve kirin: “Operasyon hêj berdewam e. Binçavkirin hêjn didomin. Lêgerînên li buroyên gelek hevalên me berdewam in. Heta niha jî têkildarî sedema serdegirtinan tu agahî nehatine diyarkirin. Sedemekê ku ji me re hatiye gotin tune ye. Operasyon li dijî komên pîşeyî hatiye kirin. Di nav de hunermend, siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û parêzer jî hene. Lêpirsîneke giştî ye.” 
 
'Em ê li gel endam, hempîşe û miwekîlên xwe bin'
 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya dijîtal ragihand ku li bajarên Amed, Êlih û Rihayê rojnameger, siyasetmedar û welatî hatine binçavkirin û ev agahî parve kir: “Îro di danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de bi ser malên gelek endamên me de hate girtin. Lêgerînên li avahiya komeleya me didome. Em ê li dijî vê operasyona siyasî ya di dema hilbijartinê de li dijî komele û endamên me hatiye kirin bêdeng nebin! Di çarçoveya heman dosyayê de li gel endamên me, her wiha li Amed, Êlih û Rihayê jî rojnameger, siyasetmedar, hunermend û welatî hatine binçavkirin. Em ê li dijî vê operasyona siyasî ya li dijî komeleya me û saziyên din ên demokratîk hatiye kirin bêdeng nebin! Derheqê endam û miwekîlên me yên hatine binçavkirin de ji bo 24 saetan biryara bisînorkirina hevdîtinê hatiye dayîn. Operasyonên siyasî, bisînorkirinên ne rewa û zext dê nekarin me têk bibin. Parastin dê bêdeng nebe! Em ê li gel endam, hempîşe û miwekîlên xwe bin!”