‘Em ê di hilbijartinê de bi ser kevin û tecrîdê bişkînin’

  • 09:19 25 Nîsan 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin  
 
MÊRDÎN - Siyasetmedarên jin têkildarî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivîn, anîn ziman ku îktîdara AKP’ê ji bo çareseriyê tu gavê navêje. Jinan, bi lêv kirin ku ji bo azadî, aştî û şikandina tecrîdê pêwîste di vê hilbijartinê de îktîdara AKP’ê bişînin û gotin: “Tecrît bişkê dê aştî jî bê vê welat. Ji ber ku aştî bi Birêz Ocalan pêkan e.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in di bin tecrîdek giran de tê girtin û du sal in jî bi tu awayî ne parêzer û ne jî malbata wî dikarin agahiyê bigirin. Parêzer û malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê her hefteyê serlêdanê li Serdozgeriya Komara Bûrsayê didin, lê hemû serlêdanên wan bê bersiv dimînin. Tecrît ku îro li hemû qadan belav bûye û bandora xwe nîşan dide, mijara sereke ya Gelê Kurd de ye. Bi vê yekê re Tirkiye û Kurdistan îro ber bi Hilbijartinên Giştî ya ku 14’ê Gulanê de pêk were ve diçin. Di dema meşandina xebatên hilbijartinê de tecrîda girankirî bal tê kişandin û her wiha ji bo çareseriyê şikandina tecrîdê û hevdînên bi Abdullah Ocalan re tên nîşandan.     
 
Hevşaredara navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê Mulkiye Esmez û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayten Esmez jî têkildarî mijarê de axivîn.
 
‘Îktîdar ji bo çareseriyê tu gavê navêje’
 
Mulkiye Esmez, destnîşan kir ku du sal in bi tu awayî agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û ji ber vê yekê civak di nava fikaran de ne. Mulkiye, bi lêv kir ku hem Abdullah Ocalan û hem jî Gelê Kurd ji bo pêvajoya çareseriyê, azadî û aştiyê re amadene û wiha got: “Lê heta îro îktîdar ji bo çareseriyê tu gavê navêje. Em dixwazin aştiyek bi rûmet bê vê welatê û civakê. Birêz Ocalan berê gotibû ‘ez ji bo çareseriyê amade me’. Lê belê kesî guh neda vê bangawaziyê. Tecrîda ku îro li ser Birêz Ocalan hatiye girankirin bi vê yekê re ev tecrît li ser hemû girtîgehan û hemû gelan tê meşandin. Ev bi salan e em hemû vê tecrîdê dijîn û em jî di bin vê tecrîdê de ne. Dema ku tecrîda li ser Birêz Ocalan hat şikandin wê demê li ser hemû civakên Tirkiyeyê jî bê şikandin. Ev tecrît ne bi tenê bandorê Gelê Kurd dike, her wiha bandorê li ser gelên tirk, suryan, erep û çerkez jî. Çareserî bi tenê avakirina pêvajoya çareseriyê ye. Wekî din ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Di heman demê de li pêşiya me hilbijartin heye ger ku ev îktîdar biçe bi kesên ku bên re çareseriyek nû divê bê detpêkirin û hevdîtin bên kirin. Ger ku hevdîtin bi Birêz Ocalan re bên kirin ez bawerim ku hemû gelê me ji bo çareseriyê amadene.”
 
‘Ji bo şikandina tecrîdê hilbijartin girîng e’
 
Mulkiye, da zanîn ku ev pergal 21 sal in bi awayek sîstematîk xwe dimeşîne û wiha axivî: “Îktîdara heyî bi talankirin, xîzanî, tunebûn, bi girtin û her awayî xwe hewl dide li ser nigan bigire û bimeşîne. Ne tenê Gelê Kurd, îro ev zilm li ser tevahî gelan tê meşandin. Êdî gel jî ev 21 sal in îktîdara ku polîtîkayên dimeşîne eciz bûye. Niha jî li pêşiya me hilbijartin heye. Em di asta herî dawî de sekinîne. Ev hilbijartin çiqasî ji bo gelê me yê kurd girîng be jî, ji bo tevahî gelên Tirkiyeyê re jî girîng e. Bi vê hilbijartinê dê pêvajoyek nû bê destpêkirin û ev îktîdar bê guhertin. Bi salan in gel tê tunekirin û bi xîzanî, zilm, talanlkirin, koçberî û hemû tiştî re rû bi rû man. Memûrên Tirkiyeyê jî ji ber polîtîqayên îktîdarê nikarin li vir bijîn û koçberê derveyê welêt dikin. Ji ber vê yekê jî em carekedin dibêjin wek Gelê Kurd em ji bo pêvajoyek nû ya aştiyane re amadene. Divê hemû gelên dinê jî li dijî talankirin, xîzanî, tecrît, kuştin, tacîz û tecawizê bi me re mil bidin milên hevdû û li dijî vê îktîdarê bisekinin. Ev hêza xwe bikin yek û îktîdarê biguherînin. Civak jî dibêje pêwîste ev îktîdar biçe, geer neçe her tişt dê xiraptir be. Ji ber vê jî divê em di wê hişyariyê de bin û îktîdarê bişînin. Ji bo azadî, aştî û xweşiyê em gavên xwe bavêjin. Taybetî divê gelê me ji bo şikandina çi gav pêwîstbe bavêje. Ji ber vê jî em dibêjin di hilbijartinê de ev îktîdar biçe, ji bo rakirina tecrîdê pêvajoyek nû bê destpêkirin. Ji bo çareseriyê divê gelê me hilbijartinê de bersivê bide.”
 
‘Heta îktîdara AKP’ê neçe çareserî nayê welat’
 
Ayten Esmez jî da xuyand ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan hatiye girankirin bandorek mezin li ser jinan û Gelê Kurd dike û wiha pê de çû: “Ev bi salan e em dibêjin demildest ev tecrît bê rakirin û hevdîtin bên kirin. Ev du sal in bi Birêz Ocalan re bi tu awayî hevdîtin nayên kirin. Birêz Ocalan ji bo çareseriyê amadeye. Lê îktîdara AKP’ê şûna ku pêvajoya çareseriyê bide destpêkirin berê xwe dide şer. Bi vê yekê re dixwazin emrê xwe dirêj bikin. Naxwazin ku aştî û azadî bê vê welatê. Lê em ê bi vê hilbijartinê tecrîdê bişkînin. Lewma jî ev hilbijartin ji bo me gelek girîng e. Azadî bi Birêz Ocalan pêkane. Ji bo vê yekê jî divê hemû gel mil bidin milên hevdû û li dijî vê yekê bisekinin. Ji bo çareseriyê divê destpêkê de ev îktîdara heyî biçe û em dengê xwe bikin yek. Heta ev îktîdar heta neçe çareserî nayê vê welatê. Ger îktîdar biçe dê çareserî jî vê welêt. AKP biçe dê hemû tişt xweş bibe.”
 
‘Em ê bi ser kevin’
 
Ayten, dawiyê de got ew dixwazin ji bo azadî, aştî, wekhevî û demokrasiyê bi ser kevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi vê hilbijartinê em dixwazin hiqûq û edaletek bê welat. Îro li Kurdistan û Tirkiyeyê ne maf û ne jî hiqûq nemaye. Bi vê hilbijartinê em ê edalet û hiqûqê bînin vê welatê û tecrîdê bişkînin. Ji ber ku tecrîd jî parçeyek bê hiqûqiyê ye. Şikandina tecrîdê pêşiya rêya çareseriyê jî dê veke. Em dixwazin ev tecrîd hem li ser Birêz Ocalan û hem jî hemû gelan bi dawî be. Em ê hilbijartinê de bi ser kevin û tecrîdê bişkînin.”