Namzed Gûlten Kahraman: Dê jin rejîma yek mêrî biguherin

  • 09:07 25 Nîsan 2023
  • Ramyarî
Melek Avci
 
ANKARA - Namzeda Partiya Çep a Kesk a Enqerê Gultan Kahraman diyar kir ku gelên vî welatî rêya herî baş Partiya Çep a Kesk dibînin û got, "Armanca me ya serke ew e ku em rejîma yek mêrî biguherin û vê jî wê jinên Partiya Çep a Kesk bikin." 
 
Bi nêzîkbûna hilbijartinên 14'ê Gulanê re xebatên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk ku bi ji sedî 44 namzetên jin tevli  hilbijartinê dibe, li Enqereyê bênavber dewam dikin. Bi taybetî israra namzedên jin ji bo hilweşîna îqtîdara heye di vekirina buroyan û xebatên hilbijartinê de bi awayekî zelal tê dîtin.
 
Ji van jinan yek jê jî Gulten Kahraman a ku ji Herêma 2'emîn a Enqereyê namzeda parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk e.
 
Gulten Kahraman kî ye?
 
Gultan Kaharaman li  Amedê ji dayik bûye û mezin bûye. Gülten ku ji Zanîngeha Enqereyê mezûn bû, li 4 zanîngehên cuda di gelek beşên cuda de xwend. Gulten a ku bi taybetî li ser ragihandin û rojnamegeriyê rawestiya ye, li Zanîngeha Karabükê master kiriye Gülten piştî ku bi salan di gelek rojnameyên cuda de xebitî, di navbera salên 2008-2014'an de li Enqereyê rojnameya xwe ya heftane Tepki Haber derdixistiye û di gelek rojnameyên muxalîf de wek qunciknivîs xebitî ye. Di sala 2006'an de pirtûka xwe ya yekem a helbestan "...Ve serçe agladi (û çivîk giriya)" nivîsî û piştre di sala 2014'an de pirtûka wê ya duyemîn a helbestan "Sevdava - Dozevîn" ku bi du zimanan bi kurdî/tirkî nivîsîbû, derxist. Di sala 2014'an de di radyoya Amedê Dogan 21 FM de bernameya helbestê çêkir. Yek ji damezrînerên Tîgrîs Haberê ye ku yek ji rojnameyên Amedê ye. Gultenê ku niha di nava Partiya Çep a Kesk de namzeta parlamenteriyê ye ji ajansa me re axivî.
 
Ji têkoşînê ber bi Çepa Kesk
 
Gultenê diyar kir ku wê di dema xwendekariya xwe de dest bi têkoşînê kiriye û wiha got: “Ez ji salên xwe yên lîseyê vir ve têdikoşim. Ez dikarim bibêjim ku em zarokên çalakiyan e, ez ji çanda sosyalîst û ciwanan têm. Ji pêvajoya BDP'ê ve min di nav de cih girt. Min li qadan  têkoşîna xwe domand. Min weke endameke partiyeke ku gelek navên wê hatin guhertin, hat girtin, gefa girtinê lê hat kirin û bi navên cuda xebatên xwe dimeşandin, têkoşîna xwe berdewam kir. Niha em di Partiya Çep a Kesk de xebatên xwe didomînin. Ew tedbîrek bû ku me li hember xetera girtina HDP'ê girt. Ji ber ku di nav Partiya Çep a Kesk de cih digirim gelek kêfxweş im."
 
'Ji sedî 45'ê partiyê jin in'
 
Gültenê diyar kir ku Partiya Çep a Kesk gelek nasnameyên cuda di nav  xwe de dihewîne, ji sedî 45'ê namzedên wê jin in û got, “Beriya her tiştî, Partiya Çep a Kesk, berevajî partiyên din ên sîstemê, gelekî berfirehe. Xala hevpar a ku em di partiyên sîstemê de dibînin çi ye; pergaleke serdest a mêr heye. Em vê yekê li seranserê welêt di pratîkê de dibînin. Tişta herî girîng ku Partiya Çep a Kesk ji van partiyên sîstemê cuda dike, ew e ku gelek berfireh e û ji bilî wê jî wek ku hûn di bernameyên danasîna namzedan de jî dibînin, namzetên me yên jin bi rêjeya ji sedî 45 in. Armanca me ew e ku em vê rêjeyê di demên pêş de derxînin ji sedî 65'an. Ez dikarim bibêjim ku ev partî beşên civakê ên cuda di nav xwe de dihewîne. Ev jî gelek girîng e.”
 
'Wê jinên Çepa Kesk rejîma yek mêrî biguherin'
 
Gultenê diyar kir ku roladi Partiya Çep a Kesk de ji bo jinan hatiye dayîn ji rola jinên partiyên din gelekî cuda ye û wiha dewam kir: "Berevajî desthilatdariya heyî ya ku jinan ji qada giştî dûr dixe,  qîmetê dide jinan û derfetê dide jinan ku hêz û potansiyela xwe eşkere bikin. Ya ku rejîma heyî  ya yek mêrî biguherînê wê jinan di Partiya Çep a Kesk de cih digirin bib. Armanca me ev e. Armanca me di serî de guhertina rejîma heyî ye, em naxwazin wekî din bifikirin, ew ê biguhere. Piştre jî ji bo mafên jinan ên ku di 21 salên dawî de hewl tê dayîn bê astengkirin bê misogerkirin û bi tevahî azadiya civakî pêk were, divê beriya her tiştî jin azad bibin.  Em xwedî wê berpirsiyariyê ne ku em jiyaneke azad pêşkêşî ciwanên ku ji bilî vê rejîma serdest tû pergal nedîne bikin.”
 
'Deklerasyoneke me ya bibe bersîv heye'
 
Gultenê, diyar kir ku berevajî partiyên din, manîfestoyên hilbijartinê bi perspektîfeke herî dewlemend tên amadekirin û got, “Em ne tenê kesên ku ji bo biçin meclisê ne. Em ji çandeke wiha tên ku nûnertiya wê ji bo me gelek girîng e. Deklerasyona me ya hilbijartinê ji ya partiyên din cuda gelek dewlemend e. Mafê jiyanê dide hemû zindiyan. Em li welatekî dijîn ku qanûn tenê li ser mirovan û serdestiya mirovan e. Em amade ne ku wê biguherînin. Em dixwazin ev qanûn hemû zindiyan, xweza û ekolojiyê bigire nava xwe. Partiya Çep a Kesk ne tenê partiyeke gelparêz e. Ew xwedî perspektîfek e ku hemû zindiyan digire nav xwe û ji bo wan biparêze pêşengtiyê dike. Di vê wateyê de partiyeke ku  proje û lêkolîn amade kiriye ye. Di vê mijarê de encama herî neyînî di 6’ê Sibatê de me dît. Nîvê qadekê bi temamî wêran bûye. Mixabin me zerarên ku gihîştine ekolojiyê, hevsengiya xwezayê ku çawa xira bûye û zirarên ku gihandine mirovan dîtine. Em tên ji bo ku ev tişt neqewimin û dubare nebin.”
 
'Gel ji bo rêya 3'yemîn dibêje Çepa Kesk'
 
Gultenê, anî ziman ku ew xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin û diyar kir ku ew li qadê xebatên xwe dimeşînin. Gultenê anî ziman ku buroya hilbijartinê jî vekirine û wiha dewam kir: “Eleqeya gel pir zêde ye, ev yek me gelek kêfxweş dike û me wekî rêya sêyemîn dibînin. Ez tenê behsa Enqereyê nakim, li seranserê welêt em vê dibînin. Bi rastî gelê vî welatî Partiya Çep a Kesk wekî rêya sêyemîn û rêya herî baş dibîne. Ji bo guhertina rejîma yek mêrî divê hûn bibêjin Partiya Çep a Kesk."