Wan ji mîtînga jinê re amade ye

  • 09:02 25 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
WAN – Li gel ku amadekariyên mîtîna jinê ya wê sibe bê li darxistin berdewam dikin, banga, "Werin em bi hev re, bi dengê xwe li qadan bên gel he, li dij qirkirina jinan, şer û talanê bisekinin, rengê siyasetê biguherin." hat kirin.
 
Partiyên siyasî yên ku dê bikevin hilbijartinên Serokkomariyê û hilbijartinên Serdema 28'an a Parlamenteriyê yên ku dê di 14'ê Gulanê de li Kurdistan û Tirkiyeyê bên kirin, piştî diyarkirina namzetan xebatên xwe yên li qadan didomînin. Xebatên Partiya Çep a Kesk ku dema tên kirin jî vediguherin mîtîngan. Li bajarê Serhadê ku Partiya Çep a Kesk bê navber xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne, duh li Colemêrg û Geverê  dest bi mîtîngan kir. Li Botanê mîtînga jinan hat lidarxistin. Partiya Çep a Kesk a Serhadê wê sibê (26'ê Nîsanê) li Wanê mîtînga jinan pêk bîne.
 
Xebatên beriya "Civîna Jinan" a ku li Parka Aştiyê ya Musa Anter bê lidarxistin, bi belavkirina belavokan ji tax, kolan û derî bi derî dewam dike û jinan vedixwînin qadan. Li gel Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û namzetên parlamenteriyê,  Başak Demîrtaş û hunermend Xece jî dê beşdarî mîtîngê bibin û bang li jinan hat kirin ku bi lîlandin, reng û dengê xwe li qadan bên gel hev. 
 
Li dijî rejîma mêr banga mîtînga jinan
 
Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî got, "Weke hûn jî dizanin, em ê di hilbijartinên 14'ê Gulanê de hem rejîma sed salî hilweşînin, hem jî ji bo faşîzma AKP-MHP'ê ya bîst sal in biqewirînin biçin ser sindoqan. Em jinên li Wanê dijîn jî wê di 26’ê Nîsanê saet 12:00’an de mîtînga jinan pêk bînin. Em hemû hevalên xwe yên jin ên li Wanê vedixwînin vê mîtîngê, bi taybetî di vê serdema desthilatdariyê de ku di 21 salên dawî de tundiya li ser jinê derketiye pêş. Em we vedixwînin mîtîngê. Em we vedixwînin ser sindoqan da ku dawî li vê tundiya mêr bê.”
 
'Li dijî şer û talanê tevli mîtîngê bibin'
 
Endama Desteya Weşanê a Jineolojiyê Neslîhan Şedal jî bang li hemû jinan kir ku di 26’ê Nîsanê de ji bo parastina jiyanek azad û wekhev li dijî şer, qirkirin û şîdeta li ser jinê tevli mîtînga 26’ê Nîsanê bibin û got, “Em ê bi hemû jinan re bên gel hev û qadan tijî bikin. Ji ber ku em jin li dijî aboriya şer, qirkirina civakî û her cure qirkirinê dê li qada mîtîngê bicivin.”
 
Siyasetê neke rengê jinê...
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Dîlan Yildiz jî got, “Bi siyaseta ku bi sedsalan rengê mêran girtiye, bi polîtîkayên bi hişê mêrane re jin her tim hatine qetilkirin, îmhakirin û li malên xwe hatine girtin. Ji ber vê yekê em ê di 14’ê Gulanê de jiyaneke ku rengê jinê digre ava bikin. Jin wê bibin diyarkerên vê hilbijartinê. Ji ber vê em hemû jinan vedixwînin mîtînga xwe.”
 
Siyasetek bi rengê jinê
 
Rêvebera HDP'ê ya Bajêr Nurcan Kayar jî bang li jinan kir ku bi reng û lîlandina xwe tevli mîtîngan bibin û got, "14'ê Gulanê bi taybetî ji bo hemû jinan rojeke gelekî girîng e. Tevlîbûna mîtîngê gelekî girîng e.”
 
Bangî jinên ciwan kirin!
 
Yek ji welatiyan Ûmran Acar jî diyar kir ku diyarkerê hilbijartina 14'ê Gulanê "Jinên Ciwan in"  û hemû jinên ciwan vexwendin mîtîngê.