ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2023'YAN

  • 09:00 25 Nîsan 2023
  • Rojev
 
* Li dijî kedxwariya pergala modernîteya kapîtalîst, kedkar di 1’ê Gulanê de dadikevin qadan, nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çavkaniya kedxwariyê nîşan dide.
 
*Namzeta Şirnexê ya Partiya Çepên Kesk û rojanmeger Ayşegul Dogan, diyar kir ku ew ê bi nasnameya xwe ya kurd, jin û rojnamegeriyê bibe dengê gelê xwse û got, "Pêdiviya her kesî bi serdemeke nû heye. Ji ber vê divê her kes dengê xwe bi kar bîne û xwedî li sendogan derkeve." DÎMEN HEYE
 
*Siyasetmedarên jin têkildarî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivîn, anîn ziman ku îktîdara AKP’ê ji bo çareseriyê tu gavê navêje. Jinan, bi lêv kirin ku ji bo azadî, aştî û şikandina tecrîdê pêwîste di vê hilbijartinê de îktîdara AKP’ê bişînin û gotin: “Tecrît bişkê dê aştî jî bê vê welat. Ji ber ku aştî bi Birêz Ocalan pêkan e.” BI DÎMEN 
 
* Endama Meclisa HDK'ê Leyla Kalin bal kişand ser rewşa jinan ên li herêmên erdhejê dijîn û diyar kir ku dûrketina jinan ji bedena xwe li konan bêtir zêde bûye û got: “Pêvajoyeke travmayê heye. Lê jin bêtir travmayê dijîn û ji xwe û ji bedena xwe dûrdikevin." BI DÎMEN 
 
*Namzeda Partiya Çep a Kesk a Enqerê Gultan Kahraman diyar kir ku gelên vî welatî rêya herî baş Partiya Çep a Kesk dibînin û got, "Armanca me ya serke ew e ku em rejîma yek mêrî biguherin û vê jî wê jinên Partiya Çep a Kesk bikin." DÎMEN HEYE
 
*– Li gel ku amadekariyên mîtîna jinê ya wê sibe bê li darxistin berdewam dikin, banga, "Werin em bi hev re, bi dengê xwe li qadan bên gel he, li dij qirkirina jinan, şer û talanê bisekinin, rengê siyasetê biguherin." hat kirin. DÎMEN HEYE