Partiya Çep a Kesk li İzmîrê bi gel re civiya

  • 21:29 24 Nîsan 2023
  • Rojane
İZMÎR - Yek ji namzetên parlamenteriyê Burcu Gul Çubuk ku li buroya hilbijartinê ya Balçova bi welatiyan re hat cem hev got, "Em ê ji bo aştiya gelan pêk bînin û kolonyalîzmê ji holê rakin bixebitin."
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk Burcu Gul Çubuk, Erhan Gokber û Sebûktay Kagan li buroya hilbijartinê ya Balçova bi gel re hatin cem hev. Di civîna ku bi dehan welatî beşdar bûn de, pirsên welatiyan ên têkildarî hilbijartinê û Partiya Çep a Kesk hatin bersivandin.
 
'Em yekîtiya gelan rêxistin dikin'
 
Burcu Gul, diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê ji tifaqa hilbijartinê zêdetir tifaqa têkoşînê ye û destnîşan kir ku welatî, tifaqa gel, dijminatiya gelan nake. Burcu diyar kir ku gel wê bibe xwedî hêza ku çarenûsa xwe bi gelê Kurd re bikin yek û jiyaneke nû ava bikin.
 
Erkan jî got ku civak pêşeroja xwe di vê pergalê de nabîne û ji bo mûçeyê herî kêm di şert û mercên xirab de dixebitin. Erkan anî ziman ku berpirsıyariya an e gelan di bin bangê Partiya Çep a Kesk de bînin gel hev. 
 
Sebuktay ji diyar kir ku kapîtalîst bi dijminantiya di nav gelan de serweriya xwe misoger dikın. Ez ji encama hilbijartinan bi hêvî me.
 
Piştî axftinan bername bi pirs û bersivan bi dawî bü.