Meletî eleqeyeke mezin nîşanî Partiya Çep a Kesk da

  • 20:19 24 Nîsan 2023
  • Rojane
MELETİ- Partiya Çep a Kesk li Meletiyê ku bi salan weke keleha AKP'ê tê naskirin, serdana esnafan û gundan kir. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk ji aliyê gel ve eleqeyeke mezin dîtin.
 
Partiya Çep a Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê li Meletiyê ku yek ji bajarên di erdheja navenda wê Mereşê de wêraniyeke mezin dît, xebatên hilbiartinê dan meşandin. Bernameya ku namzetên parlamenteriyê yên Meletiyê Perîhan Yucekaya, Yusuf Bozkuş, Sevîm Alagoz, Huseyîn Kilinç, Rozerîn Ercan û gelek rêveberên partiyê tevli bûn, tevî barana zêde jî dewam kir. Xebatên ku jinan eleqeyeke mezin nîşanî wan da, di rêza yekemin de bûyîna jinekî ji ji aliyê gel ve bi xweşbînî hat qebûlkirin.
 
Serdanên gundan
 
Namzetên parlamenteriyê piştî serdana esnafan li gundên Tataruşagi, Gurkaynak, Kurecik, Darica, Ortakoy û Kahyaliyê geriyan. Di serdanên gundan de belavokên li ser Partiya Çep a Kesk nivkîsandî hatin belavkirin.