Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar dimome

  • 20:18 24 Nîsan 2023
  • Rojane
RIHA-Malbata Şenyaşar ku Nobeda xwe ya Edaletê li ber Edliyeya Rihayê berdewam kir got, "Zîhniyeta ku li hemberî zilmê bêdeng bimîne wê winda bike."
 
Nobeda Edaletê ya ku di 9’ê Adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê ji aliyê Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parêstvan û xizmên Wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li Pirsûsa Rihayê hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşa Pirsûsê bi birîndarî filitî ve hat destpêkirin li ber Edliyeyayê di roja 763'an de dewam kir.
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag etîket kir û got, “ Em ê bi hev re edaletê bînin. Zîhniyeta ku dibêje kiryar ji me ye û li hemberî zilmê bêdeng dimîne wê winda bike.”