Li Sêrtê hevdîtina jinan: Em ê vê pergalê hilweşînin

  • 19:24 24 Nîsan 2023
  • Rojane
SÊRT –Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk û TJA ku li Sêrtê civîna jinan pêk anîn, peyama "Em ê vê pergalê hilweşînin" dan.
 
Partiya Partiya Çep a Kesk, Meclisa Jinan a Sêrtê û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Navçeya Conkbayirê ya navçeya Navendî ya Sêrtê hevdîtina jinan li dar xistin. Hevdîtina ku bi beşdariya namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Sêrt Sabahat Erdogan Saritaş, Hevşaredara berê ya Sêrtê Bêrîvan Hêlîn Işik ku qeyûm li şûna wê hat tayînkirin, Berdevka Partiya Çep a Kesk a Sêrtê Emîne Aşkara dest pê kir gelek jin tevli bûn.
 
Endamên partiyê yên ku bi jinên taxê re hatin cem hev, li ber stranên li otobusa hilbijartinê hatin lêxistin govend gerandin. Jinan gelek caran dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. 
 
'Em ê vê pergalê hilweşînin'
 
Sabahat li vir axivî û got, “Em bi jinan bawer in. Ew jî ji me bawer dikin. Di vê hilbijartinê de em ê vê pergala nîjadperest, mêtînger, dij-civakî têk bibin. Em dibêjin êdî hûn nikarin vê pergalê biparêzin. Êdî bes e. Heta serketinê dîsa em in, dîsa jin in.. Em ê di 15’ê Gulanê de deriyên girtîgehê ji hevalên xwe re vekin? Ji vê derê hezar silav ji hevalên me yên li zindanan re."