Jinên Partiya Çep a Kesk li Îzmîrê stand vekirin

  • 19:20 24 Nîsan 2023
  • Rojane
ÎZMÎR - Jinên Partiya Çep a Keskan li Alsancakê stand vekirin û belavok belav kirin. Jinan der barê polîtîkayên jinan ên Çepa Kesk de agahî dan welatiyan.
 
Namzedên Parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk Meclisa Jinan a Îzmîrê û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê û namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk Semra Kiratli û Hediye Korkut li navçeya Alsancakê stanta jinan vekirin.
 
Di dema belavkirina belavokan de, ku jinan eleqeyeke mezin nîşanî namzedan dan, Semra axivî û diyar kir ku jinên ku çepa Kesk nas nakin, dixwazin polîtîkaya jinan a partiya xwe nas bikin, jinên ku nas dikin jî bi coş pêşwazî kirin. Semra got, “Jin bi berpirsyariya ku dikeve ser milê wan dizanin. Em dizanin  û wê di avakirina komara demokratîk de bi awayekî aktîf cih bigirin." 
 
Belavkirina belavokan piştî axaftinê bi coş berdeam kir.