Li Amedê hevdittina jinan

  • 19:09 24 Nîsan 2023
  • Rojane
AMED - Partiya Çep a Kesk li du navçeyên Amedê bi jinan re hat gel hev.
 
Serdanên Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de dewam dikin. Partiyê li navçeyên Amedê Licê û Pîranê bi jinan re hat el hev. Namzetên parlamenteriyê Adalet Kaya û Sorgûl Aytek û Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn tevli hevdîtina  li Licê bûn, namzet Halide Turkoglu, Sevilay Çelenk û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Gulîstan Atasoy jî li pierne tevli hevdîtinê bûn. 
 
Di çarçoveya hevdîtina ku li gundê Bahro yê Pîranê hat lidarxistin de, heyeta partiyê di ketina gund de ji aliyê jinan ve hat pêşwazîkirin. Jinên ku ji vir meşiyan tevî namezedên xwe li qada gund rawestiyan. Di hevdîtina bi coş de peyama mezinkirina têkoşîna jinan hat dayîn, li dijî desthilatdariya mêtînger AKP-MHP'ê banga xwedîderketina li sindoqan hat kirin.
 
'Rizgariya me di jin jiyana azad de ye'
 
Hevseroka HDP'ê ya bajêr Gulîstan Atasoy di çalakiya li Pîranê de axivî û got, "Jin her tim di bin zextê de ne, lê em naxazin jin li malê bimînin û li destên mêran nenêrin. Jin, divê vê hovîtiyê û zilma deletêr qebûl neki. Ji ber vê yekê 40 sal in em ji bo vê têdikoşin. Ji ber ku em têdikoşin, me dixin girtîgehê û îşkenceyê li me dikin. Çi dibe bila bibe em dest ji têkoşînê bernadin. Dewlet hay ji hêza jinê heye, lewma dixwazin hêza jinê biqedînin, ger hêza jinê biqede, ne tenê Kurd, hemû cîhan wê hêza xwe inda bike. Dixwazin jin firaqan bişon, cilan bişon û zarokan bînin. Dizanin ku ger jin derkevin derve wê îqtîdara wan bi dawî bibe. Rizgariya me di jin jiyana azad de ye."
 
'Em ê di Meclîsê de bi jinan xizaniyê çareser bikin'
 
Piştre ji namzetan Halîde Turkoglû axivî û diyar kir ku ew dizan nas dikin û ew ê ewlehiya xwe ji bo wê pêk bînin û got, “Nabe vîna me bidizin. Ger em biçin meclîsê wê jin biçin melisê. Ji sedî 45ê namzedên me jinın. Partiya Çep a Kesk garantiya jinan e. Me soz da ku em ê rejîma yek mêrî biguherînin û em ê hewl bidin hemû girtiyên xwe bi taybet girtiyên jin ên di zindanan de azad bikin. Em ê tecrîda li ser Birêz Ocalan rakin û xizaniya jinan careke din bi jinan li meclîsê çareser bikin."