Şopandina doza Ceylanê hat astengkirin

  • 13:55 24 Nîsan 2023
  • Hiqûq
ENQERE - Li gel ku li salona daneşînê ya doza ku rojnamevan Ceylan Şahînlî jê tê darizand cihê 10 kesî hebû jî nehiştin ku welatî û rojnamevan daneşînê bişopînin. 
 
Danişîna duyemîn a doza derbarê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahînlî ya ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê girtî ye, bi hinceta çalakî û aktîvîteyên ku sala 2017’an tev li bûye bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatiye vekirin li 20’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate dîtin. Di danişîna ku  Ceylanê tevlibû de parêzerê wê Resûl Temûr jî ji Edliyeya Amedê bi SEGBÎS’ê tevli bû. 
 
Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen û rojnamevan Huseyîn Aykol û nûçegihanên xwestin danişînê bişopînin bi hinceta li eywanê cih tune ye negirtin hundir. 
 
Parêzer Resûl Temûr ê di danişînê de axivî, diyar kir ku îdiayên derbarê muwekîla xwe de qebûl nakin û hemû aktîvîteyên wê qanûnî ne. Resûl, anî ziman ku parvekirinê medyaya dîjîtal ên bûne mijara îdianameyê jî aydê Ceylanê nînin û daxwaza beraetê kir. 
 
Ceylanê jî amadekirina îdîanameya piştî girtina wê ya têkildarî çalakî, aktîvîte û parvekirinên sala 2017'an de xwedî wateyek cuda ne de û daxwaza beraeta xwe kir. 
 
Şandeya dadgehê ya piştî parastinê biryara xwe ya navberê aşkere kir, xwest ku mînakeke îdianameya doza Ceylanê jê hatiye girtin pêşkeşî dadgehê bê kirin, ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bê xwestin ku derbarê wê de lêpirsêneke cuda heye an na û danişîn taloqî 12’ê hezîranê kir.