Namzetên jin ên Xarpêtê banga beşdariya mîtîngê kirin

  • 13:35 24 Nîsan 2023
  • Ramyarî
XARPÊT – Namzetê parlamenteriyê yên jin ên Partiya Çep a Kesk ên Xarpêtê ji bo mîtînga sibê li navçeya Depê pêk were bang kirin. 
 
Partiya Çep a Kesk sibê li navçeya Depê ya Xarpêtê saet di 15.00’an de li taxa Cumhuriyetê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz mîtînga hilbijartinê li dar dixe. Namzetê parlamenteriyê yên jin ên Partiya Çep a Kesk ên Xarpêtê Nurşat Yeşil û Sûltan Yaray banga beşdariya mîtîngê kirin. 
 
Nurşat Yeşîl diyar kir ku ew hemû gelê xwe li dijî faşîzmê û ji bo avakirina siberojên azad vedixwînin mîtîngê. 
 
Sûltan Yaray jî da zanîn ku ew li dijî vê pergala ceberut gel vedixwînin miîngê û got: “Bala her kesî li ser Xarpêtê ye. Ev mitîng gelek girîng e. Em ê li qada mîtîngê li benda hemû gelê xwe bin.”