Em Ermenî edeletê dixwazin

  • 09:12 24 Nîsan 2023
  • Rojane
Marta Somek
 
STENBOL-  Di 24’ê Nîsana 1915’an de mîlyon û nîvek Ermenî hatin qirklirin. Di 109’emîn salvegera komkujiyê de aktîvîsta Ermenî Anî Kalk axivî û got: “109 sal derbas bû. Dewleta Tirk ku îro jî xwedî heman zihniyetê ye polîtîkayên înkar û îmhayê didomîne. Em Ermenî ne merhemetê edeletê dixwazin. Ev birîn nayê pêçan.”
 
Her sal di 24’ê Nîsanê de  qirkirina Ermeniyan ku di sala  1915’an de hat kirin û di encamê de ku  mîlyonek û nîv Ermenî  hatin qetilkirin, tê bîranîn. Polîtîkayên di 1915’an de hatin meşandin ji wê dîrokê şûnde her ku çû bêhtir hatin pêşxisitn.
 
1915, girtin û kuştin
 
Bi ser tehcîra Împaratoriya Osmanî ya li dijî Ermeniyan re 109 sal derbas bûn. Di serdema Şerê Cîhanê yê 1’emîn de, rewşenbîrên Ermenî yên li Stenbolê kom bûn, di 24’ê Nîsana 1915’an de, bi fermana Wezîrê Karên Hûndir Talat Paşa, hatin girtin, kuştin û sirgûn kirin. Ango bi sedhezaran Ermenî ji cih û warên xwe hatin kirin, mal û milkên wan hatin talankirin. Li gorî hin çavkaniyan, milyonek û 800 kesên hatin sîrgûnkirin, di qirkirinê re hatin derbaskirin. Ermenî, tiştên bi serê wan hatin, weke Medz Yaghern (cînayeta mezin), an jî Aghet (afat) bi nav dikin. Li gelek welatên cuda jî ev rewş weke “komkujiyê” tê pênasekirin. Hin welat jî ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re, vê rewşê wek gef bi kar tînin. Lê heya roja îro Tirkiyeyê ev rewş weke “Komkujiyê” qebûl nekiriye.
 
Di komkujiyê de mîlyonek û nîv Ermenî hatin qetilkirin
 
Di qirkirinê de bi sedhezaran Ermenî hatin koçberkirin. Mîlyonek û nîv Ermenî bi awayekî sîstematîk hatin qetilkirin. Gelê Ermenî vê qirkirinê wek ‘Meds Yegern’ (Sûcê mezin) bi nav dikin.
 
Têkoşîna jinê û qirkirin : Marî Beyleryan
 
Marî Beyleryan di 1877’an de li Beşîktaş a Stenbolê tê dinê. Marî ku rojnameger, nivîskar,, parêzvana maf û atkîvîsta sosyalîst bû, di qirkirina Ermeniyan de tê qetilkirin. Marî hemû jiyana xwe da ser têkoşînê û bêyî newekheviyê bike ji bo jinan têkoşiya.
 
Yekane jina ji qirkirinê xilas bû: Zabel Yesayan
 
Zabel  Yaseyan di 4’ê Sibata 1878’an de li Uskudarê hat dinê. Yekane jina Ermenî ya çû zanîngehê bû. Nivîsên wêjeyê yên cur bi cur nivîsîn û helbestkar, nivîskar bû.  Di 1909’an de piştî komkujiya Edenê ku 20 hezar Ermenî lê hatin qetikirin, çû Edenê. Zabel ku dizanibû wê bi Ermeniyan re bê qetilkirin xwe li nexweşxaneyekê veşart. Piştre koçî Bulgarîstanê kir. Zabel di 1937’an de hat girtin û piştî qirkirinê surgunê Sîbiryayê hat kirin û li wir jiyana xwe ji dest dide.
 
Maryam Şahînyan
 
Maryam Şahînyan di 1911’ê de li Sêwasê li Konaxa Şahînyan hat dinê. Bi Qirkirina Ermeniyan re malbata wê koçber bû û koçî Stenbolê kirin. Maryamê bi wênekêşa xwe ya ji duyemîn şerê cîhanê maye bi terza xwe 60 salî wêneyên reş-spî kişand. Maryam di 1996’an de li Stenbolê jiyana xwe ji dest da.
 
Partîka qirkirinê didome
 
Bi sedsalane travma qirkirinê hîna diome û birînên Ermeniyan nayê kewandin. Ji aliyê gelek welatan ve ev wek Qirkirin nayê nasîn.  Dêrên tên şewitandin,, tên hilweşandin,êrîşên nefretê û gotinên tehdîdkar yên deshitlatdariyê nîşan dide ku polîtîkayên qirkirinê hîna didomin.
 
Birîna ku 109 sale nayê kewandin
 
Li aliyê din her sal di 24’ê Nîsanê de di serî de li Ermenîstan û Kurdistanê li her çar alî cîhanê Qirkirina Ermeniyan tê bibîranîn. Di her bîranînê de banga rûhevhatinê û banga ku qirkirin bê nasîn tê kirin.
 
Ne înkar edelet!
 
Aktîvîsta Ermenî Anî Kalk di 109’emîn salvegera komkujiyê de bi hevkariya ajansa me bang û daxwaza xwe parve kir. Anî wiha got: “Di şeva 23’ê Nîsana 1915’an de gelek rewşenbîr, nivîskar, doktor, mebus û gelê bêguneh ji malên wan hatin girtin, hatin surgunkirin û di riya surgunê de hatin qetilkirin. 109 sal derbas bûn. Îro heman zîhniyet bi polîtîkayên înkar û îmhayê didome. Em ji bo Ermeniyan ne merhametê edeletê dixwazin. Em ne mal û milk em azadiyê dixwazin.”