Dildara Mor Çatiyê: Jin li dijî tundiyê li berxwe didin

  • 09:07 24 Nîsan 2023
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Dildara Mor Çati û endama Koalîsyona Jinê Elîf Ege diyar kir ku newekheviya zayenda civakî ya ji tundiya mêr-dewletê xwedî dibe piştî erdhEjê dest pê nekiriye û di pêvajoya krîzê de hîn bêtir giran bûye. Elîfê da zanîn ku jin li dijî tundiyê her tim li berxwe didin û divê hêza têkoşînê bê bibîranîn.
 
Piştî erdheja navenda wê Mereş bû û bandor li ser 11 bajaran kir şûnde li herêmê bi hilweşînê re tundiya mêr jî derket holê. Li bajarên erdhej lê pêk hat mekanîzmayên ku jinan biparêzin jî tune ne. Serokomarê AKP’yî 35 saet şûnde piştî erdhêjê li 10 bajaran OHAL îlan kir û bi KHK’yan doz taloqî 6’ê nîsanê hatibûn kirin.
 
Daraza mêr em matmayî nehiştin
 
Bi biryarnameyên hatin derxistin bûyerên kuştin, tundî, destdirêjiyê zêde bûn û di van bûyeran de bi hevkariya dewlet-mêr-darazê bi polîtîkayên bêcezahiştinê gumanbar hatin xelatkirin û me sê mehên ku daraz pêk nehat jiya. Jinên herêma erdhejê ku tundiyeke psîkolojîk a giran jiyan, li bajarên derveyê herêma erdhejê jî tundî zêde bû. Di van sê mehan de jinan nikaribûn serî li cihekî bidin, daxwaza parastinê û pêvajoyên îcrayê, îcra nefeqeyê hat sekinandin. Di vê pêvajoyê de carek din hat dîtin ku tundiya mêr ji aliyê desthilatdariyê ve nayê dîtin.
 
Bi jinên erdhejzede re dikevin nava piştevaniyê
 
Gelek rêxistinên jinan di pêvajoya erdhejê de ji bo piştevaniya jinan bûn seferber. Ji roja ewil de li dijî tundiya li hember jinan xebatan dimeşînin. Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çati, yek ji saziyên li dijî tundiya mêr têdikoşin. Mor Çati bi rêxistinên jinan ên neteweyî û navneteweyî re kampanya û çalakiyan pêk tînin û li dijî serdestiya mêr têdikoşin.
 
Dildara Mor Çati û Endama Koalîsyona Jinan Elîf Ege der barê jinên erdhejzede û tundiya dewlet-mêr de axivî.
 
‘Tundiya mêr piştî erdhêjê dest pê nekiriye’
 
Elîfê diyar kir ku tundiya mêr ji newekheviya zayenda civakî derketiye holê û wiha got: “Ev ji ber xizanî, krîz û karasetê derneketiye holê. Newekheviya zayendî bandorê li ser her alî civakê kiriye. Di pêvajoyên wisa bi krîz de hîn bêtir giran dibin. Her ku newekheviya zayendî giran dibe tundî jî zêde dibe. Tundiya mêr piştî erdhejê dest pê nekiriye. Tundiya mêr her tim  hebû. Lê di vê pêvajoyê de hîn bêtir giran bûye. Tundiya mêr ji newekheviya zayenda civakî xwedî dibe.”
 
Jin li dijî tundiyê têdikoşin
 
Elîfê bi lêv kir ku tundî niha girantir bûye û wiha bi lêv kir: “Barê jinan giran bû. Di pêvajoya pandemiyê de jî wisa bû. Di pêvajoya pandemiyê de mafên jinan hat xespkirin. Niha jî wisa ye. Ligel vê li dijî her cureyê tundiyê jî jin li berxwe didin. Dema nû erdhej pêk hat me buroşur çêkirin. Di vê buroşurê de agahdarkirinên der barê ku jin dikarin serî li ku bidin hebûn. Buroşur girîng bû. Lê tenê Tirkî bû. Ji ber vê me Erebî, Farisî, Kurdî û Tirkî derxist. Me wek Koalîsyona jinê banga piştevaniyê bi 7 zimanî wergerand.”
 
Hêza têkoşîna jinê…
 
Elîfê di berdewamiyê de da zanîn ku di pêvajoya erdhejê de mêr di mijara hewcedariyên jinan de bûne xwedî hişmendî û got: “Ne tenê ped. Cureyên din ên pedan jî fêrkirin. Me dît ku hewcedariyên jinan ên din jî fêr kirine. Jin di pêvajoyên wisa de bi bandora tundiyê re xwe bê hêz dibînin. Jixwe civak her tim ji me re dibêje hûn bê hêz in.  Mor Çati vê dibêje ‘Hûn heta niha hatin û li dijî tundiyê we li berxwe daye. Hûn bi ser ketine. Hêza we heye. Divê em vê hêzê bi we bi bîr bixin. Jin ne bi tenê ne. Li dijî her cureyê tundiyê têdikoşin.”