Jin, Qanûna Medenî û rîskên hedefgirtinê

  • 09:03 24 Nîsan 2023
  • Rojane
Gulşen Koçuk
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji mafên ku jinan di encama têkoşînê de bi dest xistiye wekheviya di qanûnê de ye. Bi taybet ev mafên di çarçoveya Qanûna Medenî de ne, niha bûye mijara bazara tifaqên mêr. Lê jin bi biryar in ku mafên xwe biparêzin.
 
Desthilatdarî, pergala serdest a mêr her çiqas bêjin maf bexşê jinan kirine jî jinan bi têkoşîna xwe mafên xwe bi dest xistin. Qanûna Medenî jî di encama têkoşîna jinan de hat bidestxistin. Qanûna Medenî ji Qanûna Medenî ya Swîsreyê mînak hat girtin û di 17’ê Sibata 1926’an de li TBMM’ê hat qebûlkirin û di 4’ê cotmehê de ket meriyetê. Qanûna hejmara 743'yan a bi navê ‘Medeniya Qanûna Tirk’ hat qebûlkirin di 1’ê Çileyê ya 2002’yan de bi Qanûna Medenî ya Tirk ku ket meriyetê, hat rakirin.
 
Qanûna Medenî çi ye?
 
Hiqûqa Medenî baskê hiqûqa taybet a ku têkiliyên kes ji welidînê heta mirinê sererast dike, tê venasîn. Hiqûqa kes, hiqûqa malbat, hiqûqa alavan, hiqûqa mîrateyê di çarçoveya hiqûqa medenî de cih digire.
 
Medeniya Qanûna Tirk
 
Beriya Qanûna Medenî ya îro, Medeniya Qanûna Tirk a di meriyetê de bû, bi taybet di hiqûqa malbat û kes de, bi destkefiyên girîng ên jinan tê zanîn. Piştî Mecelle û Biryarnameya Malbatê ya Hiqûqê ya 1917’an a newekheviya di navbera jin û mêr de mezin dikir şûnde, Medeniya Qanûna Tirk di 1926’an de ket meriyetê û têkoşîna jinan a wekheviyê ya li ber hiqûqê û hiqûqa malbatê da xuyakirin. Bi Qanûna Medenî re ferzkirina mehra di zewacê de, yekhevjînî, li dadgehan kirin şahidiyê, di mijara destberdan û mîrateyê de wekheviya jin-mêr pêk anî.
 
Di salên 80’ê de bi pêla duyem a têkoşîna femînîzmê re hinek hukmên zayedpest ên Qanûna Ceza hatin guhertin.
 
Qanûna Medenî ya nû
 
Di salên 2000’î de bi têkoşîna maf a tevgera jinan, di 2001’ê de Qanûna Medenî, di 2004’an de Qanûna Ceza hat guhertin. Di 2002’yan de Qanûna Medenî ya nû ket meriyetê û temenê zewacê ji bo jin û mêr bû 17, di gelek mijarên wekî tercîhkirina avahiyê, rêveberkirina malbatê, welayeta zarok, tercîhkirin kar û pîşe de gelek hukmê wekhev hatin pêşniyarkirin. Tevî têkoşîna jinan a ji bo paşnav helwesta zayendperest neguherî. Di 1997’an de hat qebûlkirin ku beriya paşnavê mêrê pê re tê zewicandin paşnavê xwe yê berê lê bê zêdekirin. Ev hukm derbasî Qanûna Medenî jî bû.
 
Biryarek mînak
 
Li Stenbolê jinekê piştî zewacê xwest paşnavê xwe jî bi kar bîne lê midûriyeta nifûsê ev red kir. Serî li dadgehê da û dadgehê biryarek mînak da. Dadgehê serlêdan nirxand û doz qebûl kir. Dadgehê got ev pêkanîneke xwe dispêre zayendê ye û divê jin jî wek mêr paşnavê xwe bi kar bîne.
 
Êrîşên li hember destkeftiyan
 
Jinan di encama têkoşîna bi salan de destkeftiyên girîng bi dest xistin û li dijî destkeftiyan êrîşên serdsetiya mêr didomin. Piştî feshkirina Peymana Stenbolê gelek mafên jinan ji nîqaşê re hatin vekirin û mafê nefeqeyê jî wek mafên din hat nîqaşdan û xwestin xesp bikin. Desthilatdariyê dem bi dem anî rojevê lê di encama bertekan de neçar ma şûnde bikşîne. Lê di serê sala 2022’yan de bi 6’emîn Pakêta Darazê dîsa anî rojevê. Platforma Ji bo Jinan Wekhevî (EŞÎK) ku  di vê mijarê de jî têkoşîn dida  banga xwe kir.
 
Jin li dijî tifaqa mêr li qadan e
 
Her çiqas partî û kes biguherin jî zîhniyeta serdest her tim xwe bû hedefa wan her tim destkeftiyên jinan bûn. Zîhniyeta serdest a duh êrîşî mafê kurtaj û nefeqeyê kir û piştre Peymana Stenbolê fesh kir, niha jî bi heman armancê qanûna hejmara 6284'an dike hedef. Ji bo vê hewl dide tifaqan ava bike. Lê jin bersiva xwe bi awayekî xurt her roj li qadan didin.