ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2023'YAN

  • 09:00 24 Nîsan 2023
  • Rojev
 
*Yek ji mafên ku jinan di encama têkoşînê de bi dest xistiye wekheviya di qanûnê de ye. Bi taybet ev mafên di çarçoveya Qanûna Medenî de ne, niha bûye mijara bazara tifaqên mêr. Lê jin bi biryar in ku mafên xwe biparêzin.
 
*Li gor daneyên Komîsyona Hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk li Mêrdînê 541 hezar 445 hilbijêr dê deng bi kar bînin. Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Bêrîvan Bahçecî, destnîşan kir ku heta niha hezar 786 kes ji bo ewlehiya sindoqan serî li komîsyonê xistine û bi lêv kir ku ji bo muşahidan perwerdehiyên wan dest pê kirine.  DÎMEN HEYE
 
* Dildara Mor Çati û endama Koalîsyona Jinê Elîf Ege diyar kir ku newekheviya zayenda civakî ya ji tundiya mêr-dewletê xwedî dibe piştî erdhEjê dest pê nekiriye û di pêvajoya krîzê de hîn bêtir giran bûye. Elîfê da zanîn ku jin li dijî tundiyê her tim li berxwe didin û divê hêza têkoşînê bê bibîranîn. DÎMEN HEYE
 
*Namzeta herî ciwan a Partiya Çep a Kesk Ayşegul Demîroglu armanca namzetiya xwe ya di Partiya Çep a Kesk de vegot û diyar kir ku ew dixwaze qada pêşxistina gotin, deng û azadiya ciwanan biafirîne. DÎMEN HEYE
 
*Namzeta Herêma 2’yemîn a Enqereyê ya Partiya Çep a Kesk Sîma Arîn diyar kir ku wek ciwan û jinekê wê pêşdarazan bişkînin û divê li dijî neheqiyan û zextan bisekinin. DÎMEN HEYE
 
*Di 24’ê Nîsana 1915’an de mîlyon û nîvek Ermenî hatin qirklirin. Di 109’emîn salvegera komkujiyê de aktîvîsta Ermenî Anî Kalk axivî û got: “109 sal derbas bû. Dewleta Tirk ku îro jî xwedî heman zihniyetê ye polîtîkayên înkar û îmhayê didomîne. Em Ermenî ne merhemetê edeletê dixwazin. Ev birîn nayê pêçan.”