Colemêrg ji bo mîtînga Partiya Çep a Kesk amadeye

  • 21:30 23 Nîsan 2023
  • Rojane
COLEMÊRG- Partiya Çep a Kesk ji bo mîtînga startê ya wê sibê li Colemêrgê pêk bê amade ye.
 
Partiya Pêşerojê ya Çep û Kesk (Partiya Çep a Kesk) sibê li Colemêrgê starta mîtîngên hilbijartinên dide. Mîtîng sibê saet di 13.00’an de li qada vahiya TEDAŞ a Berê ya li ser kolana Cumhuriyetê wê pêk bê. Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokên giştî yên HDP’ê, namzeta Parştiya Çep a Kesk ya Wanê a Rêza Yekemîn Pervîn Buldan, hevserokên DBP’ê, namzetên Êlihê Keskîn Bayindir û Başak Demîrtaş û namzetên Colemêrgê wê tevli bibin. 
 
Gel vexwendiyê mîtîngê kirin
 
Îro amadekariyên mîtîngê hatin kirin û namzetên Partiya Çep a Kesk, HDP, DBP çûn gundê Dizê, li taxên Pehlîvan û Bîçer dawet ziyaret kirin, welatî vexwendiyê mîtîngê kirin.  Gel eleqeyek mezin nîşan da û serdan veguherî şahiyê.